Buldan: Gelên Tirkiyeyê dê bi hev re tecrîdê bişkînin

img

AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga li dijî tecrîdê de axivî û got: “Daxwaza xoşewista Leyla Guven daxwazên bi mîlyonane. Gelên Tirkiyeyê dê bihevre tecrîdê bişkînin. Hikûmet jî berî ku dem derbas bibe û dereng bimîne, divê destûrê bide hevdîtinên parêzer û malbatê.”

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan, di mîtînga HDP’ê ya bi armanca balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ya bi dirûşmeya “Demokrasî, Aştî û Azadî” li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin de, axivî. Buldan, xîtabî bi sedhezarên kesên qada mîtîngê tije kirin, kirin û dinava berzkirina dirûşmeyan de derket ser dikê. 
 
Buldan di axaftina xwe de wiha got: “Kesên ji Amed Botan û Serhedê hatin vê qadê û xwestin berxwedana Leyla Guven silav bikin, carek din berpirsiyartiya xwe ya dîrokî danîn holê. Ji bo ku em berpirsiyartiya xwe ya dîrokî danîn holê em li vê qadê kom bûn. Bi hezaran kesên di 8’ê Adarê û Newrozê de bi guvend û berzkirina tilîliyan peyamanên bi hêz ji bo Enqerê şandin.
 
‘KES NIKARE ME ÎNKAR BIKE’
 
Divê Enqere peyamên bi hezaran kesên ji bo azadî, aştî û demokrasiyê li vê derê kom bûn, baş bixwîne. Vî gelek carek din nîşan da ku kes nikare têkoşîna wê ya maf û rûmetê tune bike, ji nedîtî bê û înkar bike. Dema dihatim vir, li ber Girtîgeha Amedê re derbas bûm. Me bi anonsên xwe merheba da Leyl Guven. Me di wê baweriyê dene ku dengê me bihîstibe. Leyla Guven 73 rojin di greva birçîbûnê deye. Daxwazên wê daxwazên bi mîlyonane, daxwazên gelên vî welatîne, daxwazên gelê Kurd, jin û ciwana ne. Guven ne girtiyek ji rêzêye. Ew hevseroka KCD’ê ye, jineke, nûnera gelê Colemêrgê û parlementera HDP’ê ye. Weke wê jî gotî Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo bi dawî anîna tecrîda mutlak a li ser Birêz Ocalan 239 mirovên me bedena xwe ji berxwedanê re razandine. Dîsan li girtîgehê Selma Irmak, Sebahat Tuncel, li Straastbûrg parlementera me ya berê Dîlek Ocalan, li Hewlerê rêhevalê me yê HDP’î Nasir Yagiz û li gelek girtîgehên Tirkiyeyê mirovên me di greva birçîbûnê dene. 
 
‘BERÎ KU DERENG BIMÎNE’
 
Mehmet Ocalan di hefteya derbas bûyî de çû Girtîgeha Îmraliyê û ev hevdîtin girînge. Ev tenê hevdîtinek malbatî bû, divê tecrîd ji holê bê rakirin. Hikûmet berî ku dem derbas bibe û dereng bimîne, divê destûrê bide hevdîtinên parêzer û malbatê. Em ji vê qadên carek din peyam ji Enqerê re dişînin; Berxwedana Guven a birûmet berxwedana yekitiya gelan, demokrasî, aşatî û azadiyê ye. Tecrîd tenê me û Kurdan eleqedar nake, hemû civak û gelên Tirkiyeyê eleqeder dike. Hemû kes berpirsîn. Em ji vê derê bang li ronakbîr, hunermed, aştîxwaz û hemû beşdên civakê dikin ku gotina xwe bêjin. Tezeq gotineke wan jî heye. Berî em dereng bimînin û rewşeke neyênî li girtîgehan bê jiyîn, divê tecrîd rabe. 
 
‘EM NECARIN KU BIBIN DENGÊ LEYLA GUVEN’
 
Em necarin ku bibin dengê Leyla Guven û hêz bidin berxwedana wê. Di şexsê Leyla de em necarin qîrîniya hevalên wê bibîhîsin.  Ev berpirsiyartî, berpirsiyartiyek miroviye. Werin em bi hev re guh bidin hevala xwe Leyla Guven. Gelên Tirkiyeyê dê bi hevre tecrîd bişkîne. Serxistina vê di destên me deye. Yan emê bi ser bikevin, an emê bi ser bikevin. An emê qezenc bikin, an emê qezenc bikin. Emê teqez qezenc bikin. Em carek din spasiya gelê xwe dikin. Li hemû deran tecrîdê bixin rojevê û ji bo rakirina tecrîdê bi hestiyar tevbigerin. Ez silavê xwe ji hevalên xwe yên dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak jî dikim. Ev geştî teqez dê bigihêje benderê.”
 
Piştî axaftina Buldan konser hat dayîn û mîtîng dûre bi dawî bû.  Girseya li qada mîtîngê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Leyla Guven rûmeta me ye” ji qadê derketin.