Farisogûllari: Sabiqaya dewletê heye

img

AMED - Parlementerê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî hevdîtina Mehmet Ocalan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tecrîd bi dawî nebûye û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye." 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari bal kişand ser hevdîtina Mehmet Ocalan ku di 12'yê Çileyê de bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkir. Farisogûllari, destnîşan kir ku piştî vê hevdîtinê tecrîd dewam dike û got: "Çimkî di vî warî de sabiqaya dewletê heye." 
 
Farisogûllari bi bîr xist ku çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di asteke krîtîk de ye û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan. Farisogûllari, bilêv kir ku bi tecrîda li Îmraliyê rê li ber fikrên Ocalan tê girtin û bi vî awayî nayê hiştin ku ew fikir xwe bigihînin civakê. Farisogûllari, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku têkiliya Ocala û civakê ji hev bê qutkirin û dewlet ji ber vê tecrîdê girantir dike. 
 
Her wiha Farisogûllari bal kişand ser bêdengiya civakê ya ji bo grevên birçîbûnê û got, ev bêdengî nayê qebûlkirin. Farisogûllari, destnîşan kir ku ji ber civak li ber tecrîdê bêdeng maye Guven û girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi vê çalakiyê civak hişyar kirine. 
 
'RÊBAZA ŞERÊ TAYBET E' 
 
Farisogûllari ji bo hevdîtina Mehmet Ocalan a bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî got: "Ji bo grevên birçîbûnê yên li çar perçeyan belav dibin bên astengkirin ev hevdîtin hat çêkirin. Divê ev wekî rêbazeke şerê taybet bê nirxandin. Ji bo vê jî zûzûka Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê şandin. Ev hevdîtin jî nîşan dide ku ne ji bo bidawîkirina tecrîdê ye. Armanca sereke ew e ku berxwedana her diçe berbelav dibe asteng bikin." 
 
'SABIQAYA DEWLETÊ HEYE' 
 
Farisogûllari, destnîşan kir ku Guvan bibiryardarî çalakiya xwe li dijî tecrîdê didomîne. Her wiha Farisogûllari bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya 2016'an û destnîşan kir ku wê çaxê jî Mehmet Ocalan çûye Îmraliyê û piştî hevdîtinê dîsa tecrîdeke girankirî ketiye dewrê. Farisogûllari got: "Hevala me Guven dibêje 'di vî warî de tecrûbeyên me hene.' Mafdar e. Çimkî, di vî warî de sabiqaya dewletê heye. Çalakiyên tên kirin ji bo tecrîd bi temamî ji holê bê rakirin tên kirin."
 
Farisogûllari bang li raya demokratîk kir û got: "Dewlet çi qasî xwe li ker û laltiyê deyne jî, dîsa berpirsiyar ew e. Ger di çalakiyên greva birçîbûnê de mirin çêbibin kes nikare ji bin vê berpirsiyariyê rabe. Kesên dewletê bi rê ve dibin, divê bêyî serî li rêbazên şerê taybet bidin vê yekê bikin. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Û parêzerên Birêz Ocalan û malbat karibin hevdîtinê pêk bînin." 
 
'DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN' 
 
Farisogûllari, destnîşan kir ku bi domandina tecrîdê re çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn jî tê astengkirin û ger tecrîd dewam bike wê Tirkiyeyê ber bi tarîtiyeke dijwar ve biçe. Farisogûllari got: "Ne civaka kurd ne jî ya Tirkiyeyê wê nikaribe ji bin vê yekê rabe. Loma em bang li hemû sazî, dezgeh û rewşenbîran dikin. Divê di vî warî de xwedî rol bin û têkevin dewrê. Em bang li gelê xwe jî dikin ku piştgiriyê bidin çalakiyên greva birçîbûnê û bibin dengê çalakgeran. Divê herkes berpirsiyariya xwe bi cih bîne. An jê wê sibê pir dereng be. Wê çaxê wê piştgirî û deng bi kêr neyên."