Başaran: Meclîs ev 70'î rojin li hemberî endama xwe xemsare û tiştekê nake

img

ENQERE - Berdevka Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dayî dest pêkirin û di roja 70'iyan berdewam dike de daxuyanî da û got: "Meclîs ev 70 rojin li hemberî endama xwe xemsar tevdigere û tiştekê nake."

Berdevka Hiqûqê û Mafê Mirovana a HDP'ê û Parlementera  Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  dest pêkir û di roja 70'iyan berdewam dike de, li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. 
 
RÊ NÎŞANÎ ME DIDIN
 
Başaran di civîna Parlementerên HDP''ê Serpîl Kemalbay û Ebrû Gunay jî beşdar bûn de axivî û bal kişand ser çalakiya Guven û girtiyên siyasî. Başaran bi bîr xist ku Leyla Guven ev 70 roj in di greva birçîbûnê ye, ew endameke parlamtoyê ye ku vîna Colemêrgê ew hilbijartiye û got bi greva birçîbûnê hewl dide ku daxwazeke pir mafdar û meşrû bide bihîstin. Başaran her wiha got li gel Guven ji 240'î zêdetir girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne û got, ''Rê û rêbaza ku rê li ber civaka Tirkiyê vekin û me ji rewşa niha ya zaboqê derxînin, nîşanî me didin.''
 
'TECRÎD BANDORÊ LI SIBEROJÊ TIRKIYÊ DIKE'
 
Başaran diyar kir ku ev 20 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd heye lê bi konsepta şer a AKP-MHP'ê ev tecrîd bêhtir hatiye girankirin û bi bîr xist Ocalan ji 2011'an ve parêzerên xwe, ji 2015'an şande neditiye û her wiha ku ev hevdîtina dawî neyê hesabê malbata xwe jî neditiye. Başaran got tecrîda li ser Ocalan di şexsê Ocalan de tecrîda li ser civakê ye, li ser ciwanan, li ser jiyana hevpar a siberojê ya Tirkiyê hatiye danîn. Li ser bêdengiya Meclîsa Tirk jî Başaran got, ''Ji Filîstînê, ji gelek deverên cîhanê ji bo Leyla Guven peyamên destekê hene lê Parlamentoya ku Guven endamê wê ye xwe kerr dike. Ne bloka desthilatê û ne jî ya destûrdanînê ti hevokek jî nehatiye gotin.''
 
'TI HIKMÊ MECLÎSÊ TINE'
 
Başaran bi domdarî got, ''Sedema hebûna vê meclîsê ew e ku siberoja civakê, daxwazên gelên Tirkiyê bi cih bîne. Meclîseke ku li bara daxwaza endameke xwe wiha nebihîstî, bê berpirs ti hikmê wê tine. Tê maneya ku deriyê xwe kilîd kiriye.''
 
'REWŞ KRÎTÎK E'
 
Başaran li ser rewşa tendurisiya Guven ev tişt gotin: "Rewşa wê krîtîk e. 'Ji duh ve zikê wê tê guvaştin, rajena wê kêm dibe, li bara ronkahî û deng hesas bûye, dilê wê dixele û nikare rakeeve. Her wiha dema ku tiştên avî vedixwe jî zehmetiyê dijî. Qonaxeke krîtîk bi vê dest pê dike. Di vê rewşa krîtîk de divê her kes ji eniya xwe ve bi  berpirsyarî tevbigere.''
 
'DIVÊ HER KES DENGÊ XWE RAKE'
 
Başaran, di dawiya axaftina xwe wiha bilêv kir: ''êdî dema wê hatiye ku em çavê xwe negirin û xwe nebihistî nekin'' û domand, 'Heke tiştek bi serê Leyla Guven ev desthilata ku vê daxwazê qebûl nake, ev Paramento û em hemû em ê berpirs bin. Tenê daxwazeke Leyla Guven heye, bi daxuyaniya xwe ya dawî ev gotiye. Tenê bi hevdîtina carekê ya bi malbatê re ev nayê maneya ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bidawî bûye.  Tecrîd mîna pergalekê li ser civakê tê danîn. Mîna pergalekê, mîna rengê rêveberinê ji hêla desthilatê ve hatiye qebûlkirin û îro li ser me hemûyan tê girankirin. Ji bo ku ev tecrîda mitleq rabe em careke dî bang dikin.  Ev ne tenê daxwaza Leyla Guvn e, daxwaza bi milyonan e, daxwaza me ye ku em berdevkê bi milyonan in, em mezintirîn partiya sêyan a vî welatî, mezintirîn partiya duyem a muxalefetê ya li parlamentoyê vê dibêjin. Em li vir daxwaza bi milyonan vedibêjin. Desthilat divê guh bide vî dengî û bersivê bide. Rewşa Leyla Guven her gav krîtîk dibe. Parastina wê parastina civaka Tirkiyê ye. Mirina wê ne ji rêzê ye, vegerandina wê ya ji sînorên mirinê tê wateya ku Tirkiye ji sînorên mirinê were standin. Em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de bi berpiryarî tevbigerin û dengê xwe bilind bikin.''