Encamnemaya HDK’ê: Divê tecrîd demildest bê rakirin

img

ENQERE - Di Encamnameya 9’emîn Kongreya HDK’ê de, hat diyar kirin ku dê berxwedana li dijî faşîzmê civakî bikin û wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku hemû zext û tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî demildest bê rakirin.”

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamnameya 9’emîn Kongreya xwe ya bi şîara “Ked, Aştî, Azadî: Li Dijî Faşîzmê Berxwedana Civakî” weşand. HDK’ê Kongreya xwe ya 9’emîn diyarî girtiyên siyasî û Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 68 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene kir.
 
‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Di dewama encamnemaya HDK’ê de ev tişt hatin gotin: “Em Leyla Guven û hemû rêhevalên di girtîgehan de silav dikin. Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan a Îmraliyê û girtiyên siyasî bê rakirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, berxwedana heyî divê civakî, kûrtir û bihêztir bibe. Ji bo vê yekê em mezinkirina têkoşînê îlan dikin. Di kongreya hat lidarxistin de, rewşa heyî ya rêxistinbûyîna HDK’ê, potansiyela wê, kurt û kêmasiyên wê hatin dest girtin. Kongreya Demokratîk a Gelan dê îtîrazên gelan, kedkaran û hemû bindestan ên li dijî rejîmê bike yek û di li dijî faşîzmê berxwedanê civakî bike.”  
 
Madeyên encamnameyê wihan e: 
 
“Desthilatdariya AKP’ê ya bi salane li ser serê welat xwe ferz dike, di sê salên dawî de gav bi gav rajîma faşîzmê bi sazî dike. AKP’ê di pêngava yekemîn de pêvajoya aştî û müzakereyê ji  holê rakir, hibijartina 7’ê Hezîrana 2015’an tune hesiband û bi polîtîkayên şer nêzî pirsgirêka Kurd bû. AKP’ê piştî darbeya 15’ê Tîrhemê, qeyûm tayînê şaredariyên vîna gel ên DBP û HDP’ê kirin û bi demê rê ev nêzîkatiya xwe ya li dijî HDK û HDP’ê veguherand qirkirinên siyasî. 
 
* Kongreya Demokratîk a Gelan, dê li ser navê paşvexistina faşîzmê û qezenckirina demokrasiyê ewê hêza xwe bi mûxalefea demokratîk re bike yek û bi hemû hêza xwe dê biryardariya xwe dane holê. 
 
* Emê li dijî tundiyê, êrîşan û zextên li ser bindestdan, xwedî têkoşîna hemû beşan darkevin û bi wan re  dinava piştevaniyê debin. 
 
* Desthilatdariya AKP-Qeserê ya dixwaza li ser şerê emperyalîstan ên li Sûriyeyê bibe “Osmaniyek Nû” ava bike, dê ev xewna wan dinava  şer de bi dawî bibe. Desthilatdariya AKP’ê ya dest ji planên xwe yên şer ên li ser Kurd, Suryanî, Erep û gelên din ên Rojava bernade, sala bûrî bi komên cîhatçî rer Efrîn dagir kir û niha berê xwe daya Minbîc û Rojava. Ji bo vê dinava amadekariyên operasyonekê deye. Lê li hemberî operasyonên hilweşandin û dagirkeriyê xwedî derketina gelan erka me ya sereke ye. 
 
*Her çiqasê Qesir û berdevkên wê hewl bidin ser krîza aborî ya Tirkiyeyê bigirin jî, her ku diçe welat ber bi krîzek hîn mezintin ve tê dehf dan. Kedkar li çar aliyên welat dinava îsyanê dene. Karkerên Balafirgeha 3’yemîn, Flormarê, Cargîll, Makro û TOKÎ dinava berxwedanê dene. Divê fatûrên krîza aborî ne kedkar, ên rê li ber krîzê vekirin ew bidin. Ji bo ku ev berxwedan bi ser bikeve, emê bi her awayê dinava piştevaniyê debin. 
 
*Divê Diyaneta ku xizmeta bîrdoziya AKP û MHP’ê dike bê girtin. 
 
* Emê li dijî projeyên mezin ên  AKP û MHP’ê yên xwezayê, derdor û bajaran tune dikin, bi têkoşîna ekolojîk erk û mîsyona xwe bînin cih. 
 
*Li pêşiya gelên Tirkiyeyê hilbijartina herêmê ya 31’ê Adarê heye. Ji bo ku em bersivek baş bidin tifaqa AK-MHP û qeyûmên vîna gel xesp kirine, divê em vê firsetê pir baş binirxînin. 
 
* Berxwedana Dayikên Şemiyê ya ligel hemû tundî û astengiyên polîsan jî berdewam kir, emê bi her awayî bidomînin.  
 
*Em baş dizanin ku qasî faşîzmê, ewqas jî şert û mercên şoreşê jî hene. Em li hemberî tune kirin û xwedxarinê têkoşîna xwe bikin û heya demarên civakê emê qezenc bikin.”