Kongreya HDK’ê destpê kir: Em aqlê ku hevdîtinê qencî dibîne red dikin

img

ENQERE - Hevberdev Gulîstan Kiliç Koçyîgît di Kongreya 9’emîn a HDP’ê de, bal kişand ser hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a birayê xwe re kirî û got: “Em aqlê ku piştî tecrîda 3 salan hevdîtineke kurt weke qencî dibîne, red dikin.”

Kongreya 9’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi şîara “Ji bo ked, aştî, azadî û li dijî faşîzmê berxwedana civakî” li dar xist. Kongre li Hotela Akar Internatîonal pêk hat û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka û hêzên demokratîk ên dinava HDK’ê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk beşdar bûn. Bi salona kongreyê ve wêneyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 67 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye û pankarta “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze” hatin daliqandin. Piştî dîwana kongreyê hat hilbijartin û deqeyek rêz girtinê, Hevberdevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu axaftina vekirinê kirin.
 
'TEXETE TÊKOŞÎNÊ YA MEZIN GIRÎNGE'
 
Koçyîgît, bi gelek ziman kongre silava kir û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Gelek hevalên me yên ne li gel me hene. Gelek hevalên me yên li Enqerê, Pirsûsê û di berxwedana rêveberiyên xweser de jiyana xwe ji dest dan, ne dinava me dene. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin. Hevalên me yên ji bo azadî û wekheviyê têkoşiyan di girtîgehan dene. Em wan silav dikin. Bi salane em têdikoşin, lê ji 7’ê Hezîrana 2015’an ve ev têkoşîna me, reng, bend û awayê xwe guhertiye. Em îro têkoşîna xwe bi awayekê pir cuda bi rêve dibin. Rêhevalên me yên li pêş dimeşin, bi meşaleyên berxwedanê pêşiya me ronî dikin. Weke ku rêhevala me Leyla Guven dikeye. Hevala me Leyla niha pêşengtiya berxwedanê dike. Bi awayê berê me ne dikarî em bibin bersiv. Hezar carî wê rêyê û rêhevalên di wê rêyê de dimeşin silav dikin. Hevala me Leyla greva birçîbûna xwe wiha pênas dike; ‘Ji bo min daxwazek min tuneye, daxwaza min civakiye.’ Tecrîd zemînê demokrasiya welat tune dike. Ger em tecrîdê bişkînin, emê dest bi xeteke têkoşînê ya mezintir bikin.”
 
DIJMÎN DÎTIN  
 
Koçyîgît, anî ziman ku li vî welatî hemû desthilatdar tim ji bo xwe dijmîn avakirine û wiha bilêv kir: “Hemû Kurd, Elewî, Ermenî, Suryanî, kêm netew û welatiyên li ser vê erdnîgariyê dijîn weke dijmin dîtin. Jehra netewperestiyê li hemû deran xwe belav kiriye. Ev jehir hemû civakê nexweş dixe û jehrî dike. Yek ji van nexweşiyan jî tecrîde. Rêzdar Ocalan li Îmraliyê ji bo aştiyê înîsiyatîf girt û got ‘Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de serdema çekê qediyaye, êdî serdema muzakereyên demokratîke.’ Lê faşîzma AKP-MHP mutabakat red kir û di 5’ê Nîsana 2015’an de li dijî Rêzdar Ocalan û girtiyên siyasî dest bi tecrîdê kir. Em baş dizanîn ku ev tecrîd ne tenê  li dijî wane. Ev tecrîk hemû jiyana me dorpêç kiriye. Dengê Leyla Guven û girtiyan  bû sedem ku hevdîtinek kurt bi Ocalan re bê kirin. birêz Mehmet Ocalan çû Gireva Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Em aqlê ku piştî tecrîda 3 salan hevdîtineke kurt weke qencî dibîne, red dikin. Divê ev tecrîd bi awayekê pergalî bê rakirin. Divê êdî malbat, parêzer û şandeya berê bi pergalî biçin hevdîtina Ocalan. Hemû kes jî baş dizane, hevdîtina 20 deqeyan ne hevdîtine. Dîsan em vê jî dizanin, duh bi şev dem bi milyonan mirovan bihistîn tenduristiya Birêz Ocalan başe, rondikên keyfxweşiyê barandin.”
 
RÊYA MEZLÛMAN, ÎBOYAN Û DENÎZAN
 
Koçyîgît, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd tim dibêje ‘Birêz Ocalan vîna mine û mîmarê aştiyê ye.’ Di vê wateyê de ku em dîsan dubare bikin, berxwedana Leyla Guven rêya Mazlûman a dibe serkeftinê ye. Rêya Îboyan a ser dide û sir nadeye. Rêya Denîzan a ji bo mafê Tirkiyê û Kurdistanê qîr dikeye.” 
 
ÇÎN LI BER XWE DIDE
 
Koçyîgît, dest nîşan kir ku çîn li ber xwe dide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Karkerên Florma li ber xwe didin. Karkerên Tariş û TOKÎ li ber xwe didin. Divê em jî deng bidin van dengan. Divê em vê berxwedanê bibin serkeftinê. Her yek ji van çepereke. HDK ji rêyek dûr û dirêj tê.  Bi şîara rêwîtiyên hêviyê derket rê. Li pêşiya me bilbijartina herêmî heye. AKP û MHP’a bajarên mezin ên Tirkiyeyê dê winda bike, divê baş bê lêpirsîn. Dibê ku bi hilbijartinê em nekarin faşîzmê zû bi zû têk bikin, lê em dikarin hêdî hêdî têk bibin. Ji bo ku em demokrasiyek rast ava bikin, emê îro jî û sibe jî têbikoşin.”