Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede

img
ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser gotina Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim a “Ger ku wekîl û şaredar îstifa bikin ez jî dê îstîfa bikim" û wiha got: “Ger ku birêz Yildirim şaredariyê qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede wî." 
 
Wekîlê Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, li gel Amîrê Îdarî yê Meclîsê yê HDP'ê Mahmut Togrul û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, Komeleya Nûçegîhanên Meclîsê ziyaret kir û 10'ê Çile roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir. Bilgen di ziyaretê de pirsên rojnamegeran bersiveand. Bîlgen der barê daxuyaniya Yildirim a "Kampanya xebatên herêmî ne siyasî ye." nirxand û wiha got: "Yildirim dema metnê hiqûqî dixwine divê objektif bixwîne. Ev mesele ne tenê ferformansa tekasesi ya serokê meclîsê ye. Têkildarî pozîsyona  Serokê Meclîsê de pênaseyek cuda heye. Rewşa bang li hineki din bike tune ye. Nûnerê kijan partiyê dibe bila bibe em qala rewşa ku wî girê dide dikin. Nehesibandina xebaten hilbijartina rêveberiyên herêmî ya ne siyasî, dijberiya neqebûlkirina metnê hiqûqa mirovahiyê ye. Kesên ku peywirdarê cemaweriyê ye, mecbûr e îstîfa bike. Her kes nikare li gorî rewşa xwe zagonan asayî û rewa bike. Li gorî xala 94'an a Qanûna Bingehîn, divê piştî di 17'ê Sibatê de namzetiya wî tewez bû îstîfa bike. Ger ku YSK gotinek şênber nebêje û gavan navêje wê demê dê kaos derkeve. Ger ku Yildirim îstîfa neke dibe ku YSK mazbata wî nede wî. Divê kes vê kaosê nede ber çavan. Ez bawer nakim ku YSK tiştekî wisa bike."