Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye

img
ENQERE - Parlementera HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rewşa jiyana Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye di xeteriyê deye û got: "Em bang li hemû raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokratîk dikin ku bikevin nava tevgerê. Rewşa Leyla Guven êdî di asta jiyaniye."
 
Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan û Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP û Parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran, derbarê rewşa Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 64 rojin di greva birçîna bêdem û bêdorveger deye de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Başaran di daxuyaniya da de ev agahî dan: "
 
“Parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Tenduristiya Guven hatiye asta krîtîk. Leyla Guven 64 roj in di greva birçîbûnê de ye û di hefteya dawîn de nikare derkeve hevdîtina parêzerên xwe. Nebza Guven dinavbera 55-60 lê dide û tansiyona wê jî dinavbera 5-7 e.
 
Ji ber greva birçîbûnê Leyla Guven êdî nikare avê jî vexwe. Ligel ku qawîşa Guven nêzî cihê hevdîtina bi parêzeran re ye, Guven nikare derkeve hevdîtinê. Leyla Guven nêzî 15 kîloyan li xwe kêm kiriye û tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Tena serê xwe nikare bimeşe, li hemberî deng û ronahiyê hesasiyeta wê çêbûye. Di heman deme de ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin û çalakî belav dibe. Heta îro herî kêm 171 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine. Desthilatdariya heyî hay ji rewşa Guven û ya ji girtîgehan heye lê heta niha tu gav neavêtine. Heke rewşeke neyînî pêk were hikumeta AKP’ê berpirsyar e.
 
Em bang li raya giştî, saziyên navneteweyî, saziyên hiqûq û mafê mirovan û saziyên civakî dikin ku bila têkevin nav hewldanan û nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin.”