YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî aşkere kir

img
ENQERE – YSK’ê salnameya hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adara 2019’an de pêk were aşkere kir. YSK’ê destpêka hilbijartinê 1’ê çile diyar kir.
 
Lîjneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) salnameya hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adara 2019’an de pêk were aşkere kir. Bernameya hilbijartinê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. YSK’ê destpêka hilbijartinê wek 1’ê çile ragihand û di 2’ê çile de partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin îlan bike. Cihê partiyan ên di pusulayên hilbijartinê de jî di 27’ê çileya 2019’an de dê bi pişkê bên diyarkirin. 
 
YSK’ê got serlêdanên partiyên siyasî ji bo namzetên xwe tespît bikin dîroka dawî ya serlêdanê 3’ê çileya 2019’an e. 
 
Li gorî vê salnameye ji bo venêrîna pêşhilbijartin û namzetiyê roja 10’ê sibata 2019’an dikarin bikin. Lîsteya namzetên serbixwe jî di nav de ji bo namzetên teqez namzetên navçeyan li lîjneyên hilbijartinê ya navçeyan û ji bo namzetiyên bajarên mezin jî li lîjneyên hilbijartinê ya bajaran dê roja yekşemê 3’ê adara 2019’an bên îlankirin. 
 
Propaganda hilbijartinê û qedexeyên xwe di 21’ê adarê de, qedexeya propagandayê di 30’ê adarê de saet li 18.00’an û qedexeya hilbijartinê jî roja dengdayînê saet di 24.00’an dê bi dawî bibe.