Beştaş: 300 polîsan bi ser avahiya me de girtin: Dayik bi erdê re kişandin

img
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Meral Danış Beştaş, li meclîsê der barê butçeyê û çalakiyên grevê de axivî. Beştaş, anî ziman ku ku butçeya heyî butçeya şer e. Beştaş, têkildarî serdegirtina avahiyên HDP'ê de 2 wêne nîşan dan û wiha got: "Li Amedê 300 polîsan bi ser avahiya me ya bajar de girt. Dayika 80 salî bi erdê re kaş kirin." 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, der barê Tekfila Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2019'an li Meclîsê axivî. Beştaş, beriya li ser mijara butçeyê biaxive bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Beştaş, anî ziman ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 34 rojin di grevê de ye. 
 
‘DAYIK BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN'
 
Beştaş, anî ziman ku li dijî tecrîdê li avahiyên HDP'ê yên Amed û Êlihê jin ketin greva birçîbûnê. Beştaş, 2 wêne yên operasyona polîsan xistin destê xwe û wiha got: "Li Amedê dayika 80 salî bi erdê re kişandin. Li vir der barê mafên jinan de gelek tişt hatin gotin. Bi ser avahiya me ya Amedê de girtin. 300 polîsan bi ser avahiyê de girtin û Dayikên 80 salî bi erdê de kaş kirin. Destûr nedan ku pêlavên xwe têxin piyên xwe. Pêxwaz binçav kirin. Hûn dê ji bo Dayika Taybet a cenazey3e wê hefteyekê li kolanê hat hiştin çi bêjin. Avahiya HDP'ê ya Êlihê dorpêç kirin. Sedem gireva birçîbûnê bû. Li tu derên cîhanê greva birçîbûnê ne sûc e."
 
‘AŞTÎ DÊ BI ISRARA DAYIKAN PÊK BÊ'
 
Beştaş, anî ziman ku kesên ev zilm li dayikan kirine dê hesapê vê yekê bidin û wiha got: "Ji bîr nekin aştî dê bi têkoşîna dayikan li ser vê axê geş bibe. Bi israra dayikan aştî dê geş bibe. Ez vê serdegirtinê şermezar dikim. Ez vê bêçareseriya hikûmetê li vir îlan dikim. 
 
 
EV BUTÇEYA ŞER E
 
Ev butçeya hatiye amadekirin butçeya şer e. Ev butçeyek bê wîcdan û bê edalet e. Li şûna kedkaran sermayedaran esas digirin. li şuna wekheviya zayendî, serweriya mêr esas digirin. Li şûna zanistiyê paşverûtiyê esas digirin. dîsa li şûna parastina xwezayê talankirina xwezayê esas digirin. Li şûna aştiyê şer esas digirin. Li gorî vê yekê butçeyê amade dikin. Karê wezaretê yê ewil navê Jinê rakir û li şûna wê Wezareta Karên Civakî û Malbatî danî. Bi destê vê îktîdarê gel xizan kirin. Ev butçeya zayendîparêz e. Ka li Heskîfê binerin. Di çi rewşê de ye? Artêşa Mogolan jî wisa talan nekirin. Em vê butçeyê red dikin. Em deng nadin butçeya bê edalet, bê wîcdan. Em deng nadin butçeya şer. HDP ji bo we derd e, wê her tim derd be. "