Ahmet Turk: Ev destpêk e

img
MÊRDÎN - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê ji HDP’ê bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, diyar kir ku baweriya wan a demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve heye û got: “Lê ev dê bi têkoşîna me derbikeve holê. Ev têkoşîn hîna destpêk e.”  
 
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê bi Febrûniye Akyol re di hilbijartina 30’ê Adara 2014’an de, ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatin hilbijartin, di 16’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji kar hatin avêtin û li şûna wan qeyûm qeyûm tayîn kir. Turk ê heya demekê girtî ma, ji ber zextên raya giştî hatibû berdan. Turk ê ji Partiya Demokratîk a Gelan bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, di daxuyaniya dest pê kê ya da de wiha gotibû “Ev ji bo me rovanş û ji bo gelê me jî ezmûneke.”
 
Turk pîştî serlêdana bernamzetiyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Turk, diyar kir ku di rapora sayiştayê de hin rastî derketin holê û wiha got: “Ji ber ku hejmarek zelal a kiryar û nelirêtiyên qayûmê Mêrdînê di destên min de tuneye, dixwazim hinek bi baldar tevbigerim. Lê em difikirin ku rapora sayiştayê pir kêmê. Dinava gel de tê gotin ku berdele îhaleyan nehatiye dayîn, îhale li cihekê hatine kom kirin û tenê didin hin kesan. Heta dinava AKP’iyan de jî nîqaş wiha heye. Ez bawerim ku di pêvajoya pêş me de, dê hemû deyn, kiryar û nelirêtiyên qeyûmê Mêrdînê derbikevin holê.”  
 
‘NÊRÎNA PARTIYÊ JI BO MIN GIRÎNG E’
 
Turk, anî ziman ku ew di pêvajoyek binpêkirinên mafan lê pir zêde bûyîn re derbas dibin û wiha bilêv kir: “Qeyûm tayînê 96 şaredariyên me hatin kirin. Vîna gel ipotek kirin. Di rewşekê wisan de divê polîtîkayên qeyûman qebûl nekin. Vîna gel li vê derê derketiye holê û gelê me polîtîkayên qeyûman naxwaze. Ji ber vê yekê ez bûm ber namzet. Lê dîsan jî nêrîna partiya min girîng e. Vîna gel hat binpêkirin. Gel dê xwedî vîna xwe derkeve û ev dê li ser sindoqan dîsan derbikeve holê.”
 
‘HEYA JI ME WERE DIVÊ EM GUH BIDIN GEL’
 
Turk, da zanîn ku divê ew guh bidin nêrîna gel û wiha rêz kir: “Ger pêkan be divê hilbijartinek pêşwext dinava gel de bê lidarxistin. Ger ne pêkan be  jî, dema bernamezet hatin diyar kirin jî divê nîqaşek berfireh bi rêxistinên civaka sîvîl re bikin.  Di pêvajoyek wiha girîng de pêdivî bi zanebûn û tecrûbeyên mirovan heye. Divê em dîsan şaredariyan rakin ser lingan. Ji ber vê divê em dest ji kurte û kêmasiyên berê berdin û guh bidin daxwazên gel. Divê em guh bibin nêrîna gel û nekevin şaşiyan. Daxwaza gel çibe divê ew bê kirin. Mafê tu kesî nîne  ku evê îtîraz bike. Lê vê derê navê kî/kê derbikeve bila derkeve, hemû jî rêhevalên me ne. Ev daxwazên gelê me ne. Emê  jî di vê çarçoveyê de xwe amade bikin û piştgiriyê bidin hevalên xwe.”
 
‘ÎRO HEVŞAREDARÊN ME GIRTÎNE’
 
Turk di dewama axaftina xwe de wiha got: “Îro hevşaredarên me girtîne. Parlamenterên me di girtîgehan dene. Kadroyên me girtîne. Êrîşek cidî li dijî siyaseta Kurd heye û dixwazin teslîm bigirin. Mantiqekê me ji siyasetê, demokrasiyê jê bibin û cuda nîşan bidin heye. Divê em vê mantiqê vale derbixin û ji wan re bidin nîşandan ku gelê me tu carî teslîmî êrîş û zextan nabe. Lazime ku em li dû serketinê baz bidin. Em xwedî wê peywirêne ku berpirsiyartiya xwe bînin cih. Li Tirkiyeyê îro ne tenê li ser gelê Kurd li ser ronakbîr, demokrat, sosyalîst û hemû mirovên xwedî wijdan zextên mezin hene. Ji ber vê pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdana. Ev pirsgirêka tevahiya Tirkiyeyê ye. Ger gelên Tirkiyeyê xwe nekin yek, dê bêrîkirina demokrasiyê ji holê rabe û pêşiya têkoşîna demokrasiyê bê girtin. Em armanc dikin ku cumhuriyeta demokratîk ava bikin. Em dixwazin di Tirkiyek demokratîk de hemû kes azad bijîn û ramanên xwe bînin ser ziman. Ji ber vê yekê rejîmên zordest êrîşî mirovan dikin û dilê gel dişewitînin.”
 
‘EV GEL QEYÛMAN NAXWAZE’
 
Turk, dest nîşan kir ku gel qeyûman naxwaze û wiha domand: “Ji derveyî daxuyaniyên gel, tu daxuyaniyên din me qeleder nakin. Peyamên kesekê ji bo me ne girîngin. Tenê pemayên gelê me û vîna ku dane holê ji bo me girîngin. Êdî qeyûm tayîn dikin, an jî nêzîkatiye cuda raver dikin ji bo me qet ne xeme. Va ye em dibînin siyaseta Tirkiyeyê di çi rewşî deye. Ev gel qeyûm naxwaze û li dijî ipotek eli ser vîna xwe, li ber xwe dide. Divê em vê nîşan bidin û îspat bikin. Amedê qeyûmek weke bernamzet nîşan dane. Gelê Amedê dê vê yekê baş binirxîne. A girîng ew e ku gel li dijî van polîtîkayan helwesta xwe dane holê. Dibe ku AKP dîsan qeyûman tayîn bike. Lê mecbûre ku li ser mijarên neyînî jî bifikire. Ev têkoşîneke. Destpêkeke. Gelê me ji bo ku xwedî vîna xwe derbikeve, dê di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan, li dijî îpoteke li ser vîna xwe, dê bi her awayî helwesta xwe nîşan bide û sekna xwe ya têkoşer dane holê.”
 
'KURD NEBIN DEMOKRASÎ Û AZADÎ PÊŞ NAKEVIN'
 
Ahmet Turk, di dawiya axaftina xwe de, ev tişt gotin: “Girseya HDP’ê ya li Edenê, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Stenbol, Îzmîr û bajarên cuda yên rojava tên zanîn. Ji bo ku em bajarên xwe ji bin destê partiya desthilatdar rizgar bikin, em tim qala tîfaqek xurt dikin. Çi dibe bila bibe divê ev tifaq bê avakirin. Heya ku Kurd nebin demokrasî û azadî pêş nakeve. Ji ber vê tifaqa bê avakirin divê hemû hesasiyetên Kurdan li ber çavan bigirin. Partiyên ku di vê mijarê de bên gelhev, divê li ser yekitiya gelên Tirkiyeyê û diyalogên dinavbera gelan de esas bigirin û wihan pêvajoya  hilbijartinê binirxîn in.”
 
MA / Ahmet Kanbal