Navê wekîlên li Meclîsê dê bikevin greva birçîbûnê diyar bû

img

ENQERE – Navê parlamenterên HDP’ê yên li Meclîsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikevin çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan diyar bû. 

Parlamenterên HDP’ê dê îro piştî komcivînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binçavkirina HDP'iyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bikin. HDP piştî vê çalakiyê dê di rojên pêş de bernameya çalakiya grevên birçîbûnê aşkere bike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya dê li Salona Civîna Koma HDP’ê pêk were dê ev nav beşdar bibin: Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Mîthat Sancar, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Kemal Bulbul, Şevîn Coşkun, Serpîl Kemalbay, Habîp Eksîk, Zuleyha Gulum û Erdal Aydemîr.