Wezîr îtîraf kir: Em dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin

img

ENQERE – HDP’iyan, di hevdîtinên budçeyê de, zeytûnên Efrînê anîn rojevê. Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, diyar kir ku ew dahatûyên Efrînê ji bo xwe dixwazin û got: “Heya niha 600 ton berhemên zeytûnan anîne Tirkiyeyê.”

Di Komîsyona Plan û Budçeya Meclîsê de, di dema hevdîtina budçeya Wezareta Çandinî û Daristanan de, li ser 50 ton zeytûn ji Efrînê anîbûn Tirkiyeyê nîqaş hatkirin. Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekîr Pakdemîrlî, piştî axivî bersiv da pirsên parlamenteran. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Nûsrettîn Maçîn, diyar kir ku ji 50 tonî zêdetir zeytûn di 8’ê Mijdarê de, ji Deriyê Gumroka Şaxa Zeytûnê anîn Tirkiyeyê û wiha got: “Divê desthilatdarî dest ji vê polîtîkayên xwe yên talan û xenîmetê berde. Sînor derbas kirin û zeytûnên Efrînê talan kirin, tenê xizmeta çeteyên çandiniyê nake. Di heman demê de polîtîkayên di qada aborî ya dijminantiya gelê Kurd de dide nîşandan.”
 
'GELO EV FERASETEK ÇAWANE?'
 
Parlamenterê CHP’ê yê Manîsayê Ahmet Vahbî Bakiroglu jî, anî ziman ku agahiya 50 hezar ton zeytûn a anîna Tirkiyeyê gehiştiye wan. Bakiroglu li ser vê yekê ev pirs ji Pakdemîrlî kir: “Di lêkolîna me kir de, hat diyar kirin ku dibin navê kooperatîfa krediya çandiniya dewletê de, dixwazin 50 hezar ton zeytûnên ji Efrînê anîn bifiroşin derveyî welat. Gelo kîjan dewlet di dema palehiyê de, zeytûnan ji derveyî welat tîne? Ma ev çi ferasete? Hûn çawan vê ji bo hilberînerên me rewa dibînin? Birêz Wezîr ji xwe diviya herî zêde hûn rewşa hilberîneran fêm bikin. Hûn vê sektorê baş nas dikin. Gelo hûn çawan destûr didin vê yekê? Heta tê gotin ku li gel zeyta Efrînê, hûnê zeytûnan jî bînin. Ma hûnê çavên xwe ji vê yekê re jî bigirin?”
 
'HILBERÎNERÊN ME JI VÊ ACIZIN'
 
Parlamenterê CHP’ê yê Balikesîrê Fîkret Şahîn jî, darbarê zeyta ji Efrînê tê anîn de wiha got: “Dîsan jî, bûhayê zeytê û zeytûnan pir girane. Di bûhatiyê wan de tişt neguheriye. Ligel vê yekê we bi awayekê qaçax 50 hezar ton zeyt û zeytûn ji derveyî welat anîn Tirkiyeyê. Gelo hûn li dijî vê hûn çiqas têdikoşin? Li gorî tê gotin nêzî 35- û 50 hezar ton zeyt hatiye Tirkiyeyê. Hûn ji bo aciziya hilberînerên me çi dibêjin*”
 
WEZÎR: JI EFRÎNÊ 600 TON HILBARÎN HAT 
 
Wezîr Pakdemîrlî, bersiv da pirsên parlamenteran û wiha got: “Hilberînên ji Efrînê tên, ji bo xwe dixwazin. Ev herêm dibin serweriya me deye. Ji ber vê yekê ji bo Kooperatîfên Krediya Çandiniyê 5 hezar ton hatiye  nivîsandin û ji bo ev erk bi cih were anîn jî, deriyê sînor hat vekirin û heya niha 600 ton hilberîn hatiye Tirkiyeyê. Lê li ser 200 ton zeytê axivin bi rastî pir şerme û cihê pêkenokê ye. Em weke hikûmetê naxwazin ji Efrînê, dahatû bikeve destê PKK’ê û ev nêzîkatiya me jî zelale.”