Oluç ji bo Soylu got: Tu pisporê karê organîze û terorîzekirinê yî

img

STENBOL - Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç bersiv da gefên Suleyman Soylû û got: “Ew, gef li kîjan hevalê me bixwe bila bixwe em nahêlin hespê xwe bibezîne. Soylû çima ji çi ditirse û bi sedan parazvanan tê Meclîsê?”

 
Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç li avahiya partiya xwe ya li Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Oluç bi wesîleya salvegara mirina wî, bi bîranîna Ahmet Kaya dest bi axaftina xwe kir.
 
LI DIJÎ DESTGÎRKIRINÊN LI STENBOLÊ NERAZÎBÛN
 
Oluç balkişand li ser operasyonên vê sibê yên li Stenbolê û wiha got: “Profesor Betul Tanbay, Profesor Tûrgût Tarhanli, Çîgdem Mater jî di nav de 13 akademîsyen û mirovên di aliyê çandê de kar dikin hatin destgîrkirin. Betul Tanbay profesoreke matematîkê yê navnetewî ye. Bi salane lêkolînên girîng kiriye. Tûrgût Tarhanlî jî hiqûqnasekî yê girîng ê Tirkiyeyê ku em hemû baş nasdikin. Yek ji avakrên Weqfa Mafê Mirovan e. Ev hevalên me bi şêweyekî bêhiqûqane hatin destgîrkirin.”
 
Oluç wiha domand: “Gezî berxwedana sed hezaran bû, ger mirov bibêjê Tûrgût Tarhanli, Betul Tanbay yan jî Osman Kavala organîzatorên vê berxwedanê ne... mirov dikare bibêje “Xwezî me organîze bikira berxwedanekî wiha mezin!”. Ew berxwedana organîzasyona hevpar ya sedhezaran bû û weke notek girîng kete dîroka Tirkiyeyê.”
 
OLUÇ: SOYLU PISPORÊ TERORÎZEKIRINÊ YE 
 
Oluç destnîşan kir ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di xebatên Komîsyona Plana Butçeyê ya Meclîsê de serî li provokasyonê daye û got: “Çima Soylu ditirse û bi sedan parêzvanê xwe re tê Meclîsê? Soylu di hundirê dewletê de dewletek ava kiriye. 3 hevokan nikare bîne ba hev. Lê bi terorîzekirin û provokekirina civînan de kes bi ser re nîne. Tiştek bê serê hevserokên me giştî û wekîl û rêveberên me berpirsiyarê wê Soylu ye. Soylu ji ber behskirina binpêkirina mafê mirovan û êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê civînê provoke kiriye.” 
 
Oluç bal kişand ser kirinên qeyûman jî û got: “Hed û hesabê dawiya dizî, bertîl û nelirêtiya qeyûman tune ye. Ji ber ku wê di civînê de nelêritiya qeyûman û butçeyê zelal bibûya û hesab bihata pirsîn Soylu rabû civînê provoke kir.” 
 
'EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE BERSIV BIDIN SOYLU’ 
 
Oluç rexneyên xwe li dijî Soylu dewam kir û wiha got: “Suleyman Soylu bi kesayeta xwe ya bêkok tê nasîn. Çi dike bila bike û kî ji me tehdît dike bila bike, lê em ê li dijî gefên wî serê xwe netewînin. Wê li qada siyaseta demokratîk têkoşîna me dewam bike. Em ê hemû şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin paş de bistînin. Em ê li rojavayê Tirkiyeyê şaredariyên AKP’ê jî tengav bikin û bisekînin.”