HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu şûna gora Seyîd Riza û hevalên wî û jinên windayî yên Dersimê ji Serokomar Erdogan pirsî. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dersimê Alîcan Onlu bi boneya dîtina cihê gora rêberê îsyana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî bên dîtin, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bibersivîne pêşniyazpirs da Serokatiya Meclîsê. Onlu got li gorî daneyên fermî 16 hezar kes winda ne û li gorî şahdiên wê demê jî 70 hezar kes hatine kuştin. Onlu destnîşan kir ku li gel 80 sal bi ser Komkujiya Dersimê ya di 1938’an de derbas bû jî hêj nehatiye ronîkirin û berpirs nehatine darizandin. Onlu xwest pirsên têkildarî cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî û her wiha jinên winda yên Dersimê, Serokomar Erdogan bibersivîne.