Nîzamettîn Toguç: Rengê dewletê ji sor veguherî kesk

img

ÊLIH – Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç ê ku neçar bû bi salan li derveyî welat ma diyar kir ku girtina wî bi hilbijartinên herêmî re girêdayî ye û got: “Rengê dewleta kûr carna sor e û carna gewr e. Niha jî rengê wê kesk e. Ancak aqîl û nêzîkatiya wê her tim heman e.” 

Parlamenterê Partiya Demokrasî (DEP) a hat girtin Nîzamettîn Toguç ne çar ma derkeve derveyî welat û 21 sal li wir ma. Toguç di nîsana 2015’an de vegeriya welêt. Toguç ê niha li Êlihê Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê ye, di 6’ê cotmehê de hat binçavkirin û piştî 4 rojan hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Amedê. Toguç têkildarî girtina xwe ji ajansa me re axivî. 
 
Toguç diyar kir ku hêceta girtina wî wêneyê wî yê bi rêveberên PKK’ê yên aîdî salên 1994 û 1996’an bûn nîşan dane û bi armanca aqûbeta keça xwe ya li çiyê çûye wir. Toguç got têkildarî vê mijarê dozek wî li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê tê dîtin didome û li gel di dosyeyê sînordayîn heye jî lê serwîskirina wêneyan a ji bo çapemeniyê operasyona têgihiştinê ye. 
 
‘EV OPERASONA HILBIJARTINA HERÊMÎ YE’ 
 
Toguç anî ziman ku tu eleqeya girtina wî bi hiqûqê re nîne û wiha got: “Girtina bi temamî bi hilbijartina herêmî ya li pêşiya me ve girêdayî ne. Koalîsyona AKP û MHP’ê faşîzmê li ser me pêk tîne. Vê faşîzmê li dijî kurd û muxalîfan pêk tînin. Berê rengê dewleta kûr sor bû lê niha rengê wî bûye kesk. Hevalên me siyasetmedar ên li girtîgehan tenê ji ber ramanên xwe hatine girtin. Min jî ji ber ku ramanên xwe anî ziman û xebatên siyasî birêve bir hatim girtin. Girtinek temamî siyasî ye.” 
 
‘AQIL HEMAN AQIL E’ 
 
Toguç da zanîn ku polîtîkayên zorê ku wî derxistin derveyî welat îro jî heman polîtîka di meriyetê de ne û got: “Wê serdemê bi hezaran gund hatin şewitandin. 17 hezar cînayetên kiryarê ne diyar hatin kirin. Berpirsyarê van hemû kirinan dewlet e. Dewletê pir zelal van kirine xwe bi derxistina qanûna hejmara 5233 qebûl kir. Feraseta wan salan îro bi heman awayî li ser kar e. Lê bes îro şirîkiya faşîst a AKP û MHP’ê hinek tarz guherandiye. Dixwaze bi vî awayî gel bîne hember hev û encamê bigire. Bi sedhazaran xelk ji kar hatin derxistin û bi hezaran mirov di girtîgehan de ye. Em di demek wiha de derbas dibin. Hêcet tenê ew e ku ev li dijî AKP’ê sekna xwe ya muxalîf didin nîşandan. Ji me re dibêjin ‘siyasetê nekin û serê xwe li ber me bitewînin.’ Yanî ji avakirina komarê ve nêzîkatî û aqilê dewletê li dijî kurdan tu demê neguherî. “Rengê dewleta kûr carna sor e û carna gewr e. Niha jî rengê wê kesk e. Ancak aqîl û nêzîkatiya wê her tim heman e.” Di 1920’an de gotinên M. Esad Bozkurt çi bûn, di 1990’an de gotinên Coşkun Kirca çibûn îro jî gotinên ‘ya hûnê serê xwe bitewînin ya jî hûnê serê xwe bidin me’ yên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan heman gotinin. Her çiqas kes biguherin jî lê pergal heman pergal e.” 
 
‘PARTIYÊ NAGIRIN SEROKÊ WÊ DIGIRIN’ 
 
Toguç bi bîr xist ku di dîroka siyaseta kurd de heta niha 7 partiyên siyasî yên kurd hatin girtin û got: “Îro partiyê nagire lê lê bes hevserokên wê, parlamenterên wê û bi hezaran endamên wê digire. Siyaseta em dikin asteng dikin.” 
 
‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ DÊ VÊ PÊVAJOYÊ BIBOHIRÎNE’ 
 
Toguç destnîşan kir ku rêya şikandina vê pêvajoyê di yekîtiya neteweyî ya kurd de derbas dibe û wiha dewam kir: “Heta yekîtiya neteweyî pêk neyê, tu destkeftiyên kurd pêk nayê. Ji ber vê sedemê jî divê demildest kurd ewil Kongreya Netewî ava bikin û yekîtiya xwe neteweyî pêk bînin û têkoşînê bidin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) civaka kurd nas bikin. Wek ku Seydayê Cegerxwîn gotiye ‘Kurdino bibin yek ger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.’ Ev gotin gelek watedar û dîrok e. Mafê tayînkirina çarenûsa her neteweyê heye. Mîsogeriya hebûna neteweyî jî yekîtiya neteweyî ye.” 
 
‘WÊ GELÊ ME BI SERKEVE’ 
 
Toguç bal kişand ser hilbijartina herêmî ya ku nêz dibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Girîngiya vê hilbijartinê ji hilbijartinên din gavek pêştir e. Lewre hevşaredarên me yên bi vîna gel hatibûn bijartin, bi fermana wezîrek bi darê zorê hatin desteserkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredaran hatin kirin. Şaredariyên me hatine xespkirin. Ez bi bawerim dê di vê hilbijartinê de gelê me xwedî li xwe derkeve û şaredariyên xwe xelas bike. Ez ji niha ve serkeftinê ji gel re dixwazim. Ez bi bawerim wê gelê me bi ser bikeve.” 
 
MA / Metîn Yoksu