Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?

img
ENQERE - Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener, di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê de axivî û got: "Hikûmetê piştî hilbijartinê "Bernameya çalakiya 100 rojan" xist meriyetê. Lê ev bername bê encam ma. Kesên gotin 'Me dowîz kêm kir' û hewa xwe avêtin, çima ceyran û xaza xwezayî kêm nekirin? Çima ceyran û xaza xwezayi kêm nebû?" 
 
Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener, di civîna koma partiya xwe de geşedanên nava hevteyê nirxandin. Akşener, bertek nîşanî tevlêbûna Serokomar Tayyip Erdogan a tev li merasima Fransayê bû da û wiha got: "Ji bo Tirkiye şerê 1'emîn ê Cîhanê li Îzmirê qediya ye. Kesê 1'emîn şerê Cîhanê qebûl nake û Herba Îstîklalê da destpêkirin, çima li ser nûnertiya meclîsê çûn wir? Ma hûn çûn Mondrosê pîroz bikin?" 
 
Akşener, li ser krîza aborî jî axivî û wiha got: "Pakêtek çay bûye 30 tl. Tenekeya salçaya firengiyan bûye 70 tl. Ji bo buhayê goşt dibêjin 'aramî zêde bû. Ji ber goşt tê xwarin buha bûye' Wekî ku em sibê êvarî goşt dixwin nîşan dide. We sewalkarî xelas sir. We goştê bi şorbon da însanan. Wezîrê Çandiniyê dibêje serê mirov salê 15 kilo goşt tê xwarin. Pêwiste herî kêm 33 kilo be. ÎKtîdra pereyan pêşkêşî mutahîtên hevkarê xwe dike. Komeleyek mutahîtan ku nêzî îktîdarê ye dibêje lîsteya cihê ku we nefirot bişînin. Îktîdar xwe amade dike ku bi milyaran pere bide hevkarên xwe. Çotkar nikarin krêdiya piştgiriyê bikar bînin. Ev fermana îdamê ya çotkaran e." 
 
ZEMAM DAXIN
 
Akşener  herî dawî bal kişand ser zema ceyran û xaza xwezayî û wiha bi dawî kir: "Hikûmetê piştî hilbijartinê "Bernameya çalakiya 100 rojan" xist meriyetê. Lê ev bername bê encam ma. Kesên gotin 'Me dowîz kêm kir' û hewa xwe avêtin, çima ceyran û xaza xwezayî kêm nekirin? Çima ceyran û xaza xwezayi kêm nebû?. Ji bo xurmeyên hewşa qesrê necemide amûr ji dervê welat anîne. Lê vê zivistanê welatiyên me dê bicemidin."