Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne

img
ENQERE - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de li meclîsê geşedanên dawî nirxandin. Bahçelî, xwest îsahata teqîna li barageha eskeran a Şemzînanê pêk hat aşkere bikin. 
 
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di hefteyê de nirxandin. Bahçelî, di axaftina xwe de bal kişand ser teqîna li barageha eskeran a Gundê Bêsosin a Şemzînanê û îsahat xwest. Bahçelî, têkildarî kuştina 7 eskeran wiha got: "Em bi sebr li heviya îzahata teqîna li Girê Sungu yê barageha eskeran pêk hat in. Em dipên ku îsahat bê kirin. Ger ku di teqînê de îhmal û sistiyek hebe divê berpirsiyar bi giranî bên cezakirin.