Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin

img
AMED – Parlamentera  HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, diyar kir ku di hedefa qeyûmên tayînê şaredariyan hatin kirin, destpêkê xebatên jinan hebûn û got: “Teqez em dest ji pergala hevserokatiyê bernadin. Dem dema em, jiyanek hevpar a siyaseta demokratîk bi hevre bidin avakirin e.”
 
Li Tirkiyeyê, partiyên siyasî ji bo helbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de, xebatên xwe yên diyarkirina namzetan bi rêve dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo 102 şaredariyên qeyûm tanînê 94 jê wan hatin kirin,  girîngiyek mezin dide. HDP di civînên pêk tîne de, stratejiya hilbijartina herêmî diyar dike û armanca dike ku şaredariyan ji qeyûman bistîne û carek din saziyên jinan ên hatin girtin veke. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji Ajansa Mezopatamya (MA) re axivî û derbarê xebat û hedefên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî de nirxandin kir.  
 
 ‘JI BO TEVAHIYA TIRKIYEYÊ GIRÎNG E’
 
Parlamentera HDP’ê Orhan, diyar kir ku hilbijartina herêmî, ji bo tevahiya civaka Tirkiyeyê girînge û wiha axivî: “Ji bo ku civaka Tirkiyeyê ji vê kaos û bêhiqûqiyê rizgar bibe, divê siyaseta demokratîk pêk bike. Ji bo gel jiyana xwe bihûne, xwe bi xwe birêve bibe û vîna xwe derbixe holê, hilbijartina herêmî girînge. Xebatên me bê naber berdewam dikin. Profîla namezetên me diyar. Divê gel biecibîne, ked dabe, di pêvajoyên diyar de xebat kiribe. Di vî warî de şertên me diyarin. Ev şert û pîvanên me ji bo jin û zilaman derbas dare. Pîvana me ya sereke wekheviya jin û zilame. Ji ber vê teqez em pir zewaciyê qebûl nakin. Dîsan em zewacên hewitiyê qebûl nakin û ji bo van kesan deriyê me girtiye û dê nekarin bibin namzet. Kesên karên nebaş dinava civakê de kirîn jî nikarin bibin namzet. Bi tu awayî dê serlêdanên van kesan neyên qebûlkirin.” 
 
 ‘EM Ê JI HEVSEROKATIYÊ TAWÎZ NEDIN’
 
Orhan, di dewama axaftina  xwe de wiha got: “Yek ji sedemên polîtîkayên desthilatdariyê yên tayînkirina qeyûman, xebatên jinan û pergala hevserokatiyê ye. Emê teqez ji pergala hevserokatiyê tawîz nedin. Qeyûmên hatin tayînkirin, berî her tiştî êrîşî saziyên jinan, kooperatîf, pergala hevseroktaiyê û vîna rêxistinbûyîna gel kir. HDP’ê tu carî dest ji perspektif û bîrdoziya hevserokatiyê berneda. Emê di vê hilbijartinê de şeredariyên xwe ji qeyûm rizgar bikin. Emê dîsan xebatên xwe û pergala xwe bi rêve bibin. Emê dîsan hemû saziyên jinan vekirin û polîtîkayên xwe yên bixin pratîkê.”
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINAN
 
Orhan, da zanîn ku li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan pir zêde bûye û wiha bilêv kir: “Di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de tundiya li dijî jinan qat bi qat zêdetir bû. Erka me ya sereke ewe ku em pêşiya tundiya li ser jinan bigirin. Em armanc dikin ku bi polîtîkayên siyasî tundiyê ji holê rakin. Ev du salin qeyûm tayînê şaredariyan hatine kirin. Di rapora Sayiştaya qeyûman de nelirêtiyên mezin derketin holê. Lê li gel vê yekê jî derbarê qeyûman de tu lêpirsîn nehat vekirin. Gel van hemûyan dibîne û dê li gorî vê di hilbijatinê de vîna xwe dane holê. Dem dema em, jiyanek hevpar a siyaseta demokratîk bi hevre bidin avakirin e. Ji ber vê em bi bawerin û tezeq emê serbikevin.”
 
MA / Esra Solîn Dal