'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'

img

DÎLOK –  Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, ji bo êrîşên li hemberî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê got, hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartina herêmî ne. Her wiha Togrûl, bilêv kir ku AKP bi nîqaşa sondê jî dixwaze dengên hilbijêrên kurd bigire û got: "Lê dê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve." 

Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, êrîşên li hemberî KObanî û Girê Spî nirxandin û ji bo evan êrîşan got hewldanên AKP'ê yên ji bo hilbijartinên herêmî ne. 
 
ÎKTÎDARA DURÛTIYÊ DIKE 
 
Togrûl, anî ziman ku hikûmet Sûriyeyê ji bo dîzaynkirina polîtîkaya xwe ya navxweyî bi kar tîne û ji roja ku şer dest pê kiriye heta niha armanca Tirkiyeyê ew e ku statuya kurdan asteng bike. Togrûl, bilêv kir ku Tirkiye ji berê de xwedî nêzîkatiyeke tekparêz e û got: "Bi vê nêzîkatiya tekparêz dixwaze statuya kurdan û gelên din a li Sûriyeyê wekî pirsgirêka bekayê nîşan bide. Bi dijminahî nêzî kurdên li Sûriyeyê dibe. Ji bo hilbijartina herêmî alîgirên xwe yên li rojavayê welat bi gotinên dijminane yên li hemberî kurdan motîve dike û li hêla din jî dibêje 'meseleya min ne kurd in, teror e' û bi vî awayî dixwaze kurdan ber bi xw eve bikişîne. Lê belê gelê kurd baş dizane tu polîtîkayeke aştiyane ya AKP'ê ji bo kurdan tune ye." 
 
'WÊ HESB LI HEV DERNEKEVIN' 
 
Togrûl, anî ziman ku li pêşiya statuya kurdan a li Sûriyeyê astengiya herî mezin AKP ye. Togrûl, destnîşan kir ku AKP kurd ji xwe dûr xistine. Togrûl, diyar kir ku bi taybetî nêzîkatiya îktîdarê ya ji bo referandûma Herêma Kurdistana Federe û operasyona Efrînê bi awayekî aşkere derketiye holê. Togrûl got: "Niha ketiye nav hesab û kîtabên ji nû ve kurdan bi dest bixe. Bi nîqaşên 'sonda me' dixwaze kurdan ber bi xwe ve bikişîne. Lê belê herî baş em di îcreatên qeyûman de fikra AKP'ê ya ji bo kurdan dibînin. Qeyûman li herêmê peykerên nirxî yên kurdan rûxandin û navê wan guherandin. Bi vê nêzîkatiya AKP'ê derket holê. Wê ev hesab û kîtabên îktîdarê ên ji bo kurdan li hev dernekevin. Çimkî gelê me nêzîkatiya îktîdarê ya ji bo wan baş dizane. Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve." 
 
GEL BIRYARA XWE DAYE 
 
Togrûl, diyar kir ku di çavê AKP'ê de kurdê baş ew e ku dengê xwe dide AKP'ê û asîmle ûye û got: "Wê di hilbijartina herêmî de pêkanînên qeyûman li herêmê rewşê diyar bikin. Wê gelê herêmê heyfa xwe ji qeyûman bistîne. Wê gelê me li herêmê kesên wan tune dihesibînin bişînin wî wê HDP'iyan deynin ser şaredariyan." Togrûl, diyar kir ku gel ji niha ve biryara xwe daye.