Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in

img
ENQERE - Wekîla Serokê Koma HDP'ê Fatma Kurtulan ji bo Leyla Guven a ku li dijî tecrîdkirina Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir banga piştevaniyê kir.
 
Wekîla Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan di civîna çapemeniyê ku li Meclîse li dar xist de derbarê rojevê de nirxandin kir. Kurtulan bal kişand ser pêkanînên dijmirovî yên li Efrînê û diyar kir ku pêkanînên Tirkiye yên li Efrînê dijmirovî ne û mirov li Efrînê trajediyeke mezin dijîn. Kurtulan anî ziman ku li gor îdayên tên kirin li Efrînê heta bi navên kolanan jî guhertine tirkî û di demeke nêz a derbasbûyî de jineke 80 salî ji aliyê endamên OSO'yê ve bi rêya xeniqandinê jiyana xwe ji dest daye.
 
Kurtulan di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Wekî ku ev pêkanîn ne bes bin zeviyên zeytûnan jî tên talankirin. Tê îdakirin ku di navbera MÎT û OSO'yê de ji bo ku pazar baxçeyên zeytûnan protokol hatiye îmzekirin. Em dixwazin vê ji Wezîrê Bazrganiyê biprsin: Tê gotin ku bi hezaran darên zeytûnan ji aliyê Kooperatîfa Cotkarî û Krediyê ve pêşkêşî bazarê hatine kirin, gelo ev rast e? Ev hem li dijî hiqûqa navneteweryî ye û hem jî sûcê şer e. Di warê olî de jî heram e. Dema ku em ji aliyê heramiyê ve lê binêrin em ê bibînin ku di gewriya vê îktîdarê de gelek tiştên heram hene.
 
'DOKTOR MAHKÛMÎ BIRÇÎBÛNÊ HATIN KIRIN' 
 
Niqaşên di Komîsyona Tendirûstiyê ya Meclisê de di rojeva raya giştî de ne .Ji bo ku ev rewş bê teşîrkirin parlamenterên me yên endamên komîsyonê gelek hewl didin. Doktorên ku hatine îxrackirin tenê wê bikaribin li nexweşxaneyê peymana wan bi SGK'ê re tune be bixebitin. Nexweşxaneyên ku peymana wan bi SGK'ê re tune ye jî gelek kêm in û ev jî tê wateya ku doktor mahkûmî birçîbûnê hatine kirin.
 
'DAYIKA SÎSÊ ÊDÎ NAVÊ NEVIYÊN XWE JÎ JI BÎRA KIRIYE' 
 
Me rewşa Sîsê Bîngol gelek caran anî ziman û me xwest ku em di lijneya giştî de bikin rojevê. Pêşnûmeya ku me ji bo girtiyên nexweş da, ji aliyê AKP'ê  ve bi hêceta, 'ev mijar tê îstîsmarkirin' hat redkirin. Rewşa Sîsê Bîngo çi îstîsmar dike gelo?  Dayika Sîsê êdî navê neviyên xwe jî nema dizane. Piştî ku ji ber pirsgirêkên wê yên tendirustiyê ew birin nexweşxaneyê çima carekedin vegerandin girtîgehê?  Dayika Sîsê çawa dikare civakê tehdît bike. ?
 
'EM PIŞTGIRÊN LEYLA GUVEN IN' 
 
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven girtî ye. Li gel ku rewşeke mînak wekî ya wê heye jî girtina wê berdewam dike. Leyla Guven niha di greva birçîbûnê de ye, Leyla  got, 'Ez difikirim ku tecrîdkirina birêz Abdullah Oclalan aştiya Tirkiyeyê tehdît dike û ez vê tecrîdê şermezar dikim'.  Em jî dibêjin ku helwesta Leylayê di cih de ye. Em li gel Leyal Guven in û piştgirên wê ne."