Temellî: Dev ji hevdînê berdin, em difikirin ku AKP’ê binguhê erdê bidin

img

MÊRSİN- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya partiya xwe de axivî û wiha got: “Hin îdîayên em bi AKP’ê re hevdîtin dikin hene. Dev ji hevdîtinê berdin, em difikirin ku AKP’ê li binguhê erdê bixin.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, beşdarî Kongreya Rêxistina Navçeya Akdenîzê ya partiya xwe bû. Parlamentera Mêrsînê Fatma Kurtulan, Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, nûnerên Partiya Şoreşgerên Yekbûyî, DBP’ê, ÎHD’ê û Hewldana 78’an beşdarî kongreyê bûn. Pankarta “Emê azadiya xwe qezenc bikin” bi salona kongreyê ve hat kirin. Piştî hilbijartina dîvan û deqeyek rêzgirinê, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreyê de axivî û bal kişand ser tecrîta li Îmraliyê .
 
Temellî, di axaftina xwe de Leyla Şaylemez a li Parîsê hat kuştin bibîr anî û wiha got: “Ez hemû girtiyên jin silav dikim. Ger têkoşîna azadiya jinan tunebe, dê faşîzm jî ne nebe. Ji ber vê yekê ez Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û Leyla Guven silav dikim û em soz dikin ku heya ew neyên berdan em têkoşîna xwe berdewam bikin. Weke hûn dizanin Leyla Guven, berî sê rojan dest bi greva bîrçîbûnê kir. Hevala me Leyla bi vê helwesta xwe peyam da me. Divê em jî xwedî vê peyama wê derbikevin. Ji bo dimildest tecrît bi dawî bibe, divê em bikevin nava liv û tevgerê. Tecrîta li Îmraliyê, tê wateya tecrîtkirina aştî û azadiyê. AKP polîtîkayên xwe yên şer û şantajê berdewam dike. Ev desthilatdar, desthilatdariya şere. Şerê li dijî gelê Kurd tê meşandin şerê desthilatdariyê ye. Lê ligel hemû tiştan jî, emê bi biryardarî, rêya xwe ya azadî, aştî û demokrasiyê berdewam bikin. Ji ber vê tu êrîş dê nekirin me têk bibin.” 
 
‘QEYÛMÊN WAN DIZIYÊ DIKIN, EW JÎ BI HDP’Ê RE MIJÛL DIBIN’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Partiya me ji bo neteweya demokratîk û avakirina civakê gelek bedelên giran da. Li vî welatî dibin navê faşîzmê de, qeyûm hene. Qeyûm tayînê 96 şaredariyên me kirin û xesp kirin. Li şûna ku desthilatdar li dijî nelirêtiyên qeyûmen xwe têbikoşe, hem abi HDP’ê re mijûl dibe. Em çawan li dijî faşîzmê derdikevin, emê wan qeyûman jî, ji ser vîna gel bigirin û bavêjin.”  
 
ÎDÎAYÊN HEYÎ DEREWANDIN 
 
Temellî, îdîayên ew bi AKP’ê re bi veşartî hevdîtin dikin jî derewandin û wiha bilêv kir: “Ne mimkûne ku em li gel AKP’ê hevdîtin bikin. Emê tu carî bi hişmendiyeke li ser şer û talanê xwe mezin dike re hevdîtinê nekin. Dev ji hevdîtinê berdin, em difikirin ku AKP’ê li binguhê erdê bixin. Emê di hilbijartina herêmî de xwe bigihînin hemû kesan. Emê li hemû kolan û koçeyan xebatên xwe birêve bibin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû kesan dikin ku têkoşîna xwe ya azadî, aştî û demokrasiyê mezintir bikin.”
 
 
Piştî axaftinan hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya Rêxistina Akdenîzê Nurgul Salman û Abdulselam Kutlu hatin hilbijartin.