Buldan: Dem dema têkbirina AKP'ê ye

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Kongreya Bajêr a Enqerê de axivî û got: "Ger em dixwazin AKP têk biçe, dem dema avakirina yekitiyek xurte. Em banga tifaqê li hemû beşên civakê dikin. Feraseta ku hevalên me di girtîgehan de digire, ne mimkûne  ku em hevdîtinê bi wan re bikin."

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê, 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Otela Neva Palas pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Parlamentera Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu, rêveber û endamên partiyê, nûnerên YSGP û EMEP'ê, nûnerên gelek sazî û komeleyên demokratîk beşdarî kongreyê bûn. Wêneyên siyasetmedarên girtî, pankartên "Em xwe bi rêxistin bikin û azad bibin", "Me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî bi serbixin" û "Emê bi jinan re bi serbixin" bi salona kongreyê ve hatin kirin.
 
Buldan di kongreyê de axivî û wiha got: "Eger dixwazin bi tankan destketiyên gelekî ji holê rakin, navê vê yekê faşîzm e." Buldan işaret bi qirkirina siyasî kir û wiha bilêv kir: "Girtina Demîrtaş, Yuksekdag tê wateya tasfiyekirina siyasetê. Tayînkirina qeyûman li ser îradeya gel tê wateya tasfiyekirina siyasetê. Tê wateya desteserkirina destketiyên gelê Kurd." Buldan diyar kir ku wê ji bo piştgiriya parlamentera wan a dîlgirtî Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê dest bi çalakiyan bikin. Buldan bal kişand ser gef û êrîşên rejîma AKP'ê yên li ser rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê û got, "Destê xwe ji Kurdan, ji gelên Tirkiyeyê vekişînin."
 
'EGER EM BIBIN YEK, EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Buldan li seer hilbijartina herêmî jî ev tişt gotin: "Gelê me wê wan qeyûman bişîne Enqereyê û wê wan meqaman radestî jinên HDP'yî bike." Bûldan wiha bi mijarê daket: "Yekane rêya rizgariya ji zilm û zordariya AKP'ê, demokrasî, azadî û jiyana bi hev re ye. Bi tifaqa hemû hêzên demokrasiyê dibe. Enqere û Stenbol gelekî girîng in. Eger em dixwazin vê zîhniyeta faşîzan têk bibin û dixwazin ku AKP têk biçe, wê wextê em dibêjin dem dema hevgirtinê ye. Em ê li Enqereyê jî bi ser bikevin, li Kurdistanê jî bi ser bikevin."
 
'HETA KU TECRÎD Û ÊRÎŞ HEBIN, EM Ê HEVDÎTINÊ NEKIN'
 
Buldan li ser hin îdîayên ku tên gotin ku "Bi AKP'ê re bi veşartî hevdîtin dikin" jî wiha got: "Di van demên dawî de operasyoneke bi mebesta çêkirina têgihiştinê heye. Li ser îdîaya Meral Akşener ku gotî, ''HDP û AKP bi dizîka hev dibînin'' dixwazim vê bibêjim. Ne bi dizîka û ne jî bi rengekî aşkere bi ti awayî em AKP'ê re hev nabînin. Em dixwazin ragihînin, ên ku Demîrtaş, Yuksekdag, Balûken û hemû parlamenterên me di girtîgehê de dihêle em ti caran hev nabînin. Em bi wê hişmendiyê re ku qeyûm anîne ser şaredariyên me û gotî, ''Em ê Kurdan tine bikin'' ti caran rûnanin. Yek ji mijarên me yên rêgezî û jê gava xwe bi paş naavêjin ev in. Divê dilê her kesî di vê mijarê de rehet be. Heta ku li Imraliyê tecrîd hebe, heta ku parlamenterên me di girêva birçîbûnê de bin û hê jî neyên berdan, dixwazim diyar bikim, tiştekî ku em bi AKP'ê re biaxivin tine.''