Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e

img
ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhen Bîlgen têkildarî kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi got: “Heke ser van daxuyaniyên bêberpirsyar bê niximandin, şirîkê sûc yên ku firsatê dane her kes e. Desthilatdariya Tirkiyeyê jî daxîlî vê ye.” 
 
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Bîlgen bi bîranîna penaberên li Bodrûmê noqî binê avê bûn û jiyana xwe ji dest da axaftina xwe da destpêkirin û got: “Ev prisgirêka hevpar a mirovahiyê ye. Mirinek hevpar e. Yên cîhanê birêve dibin divê vê pirsgirêkê ji xwe re bikin derd. Berpirsyarî li ser milê yên vê erdnîgariyê aniye vê halî ye.” 
 
‘BÛYERA KAŞIKÇI TABLOYEK METIRSIYÊ DIDE’ 
 
Bîlgen pişt re bal kişand ser bûyera rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi û wiha got: “Rêbazên dîplomatîk serketina mirovahiyê ye lê bes ji jiyana mirovan ne girîngtir e. Lê ev rêbaz nayên nasîn û bi hovîtî dibe sedemê jiyana dawî ya rojnamegerek. Rojnamegerek bêyî nasname û karê xwe bi awayek serbixwe hatiye vê erdnîgariyê. Lê dema mirov plana vê bûyerê dinêre tabloyek reş e û metirsiyê mirovan zêde dike. Bûyerek talûke ye.  Heke ser van daxuyaniyên bêberpirsyar bê niximandin, şirîkê sûc yên ku firsatê dane her kes e. Desthilatdariya Tirkiyeyê jî daxîlî vê ye.” 
 
‘DIJBÛNA IMF’Ê HAMASET E’ 
 
Bîlgen bal kişand ser mesaiyên ji bo butçeyê ya dê di rojên pêş de li Meclîsê dest pê bike û wiha domand: “Tirkiye di nava bobeletek aboriyê de ye. Hin alî bendewariyên wan mezin ji butçeyê hene. Tirkiye niha bi IMF’ê re naxebite lê bes ji sê qatê şertên IMF’ê bêtir şertên xerab ê derde pereya bixe piyasê ve radibe û rûdinê. Heke şertê deyndariya Tirkiyeyê ji ya welatên bi IMF’ê re dixebitin xerabtir be ev dijbûna hamaseta IMF’ê ye. Heta îro gelek îdiayên başkirina aboriyê tên kirin. Lê heke çareseriyek neyê dîtin wê ev yek rê li ber xetereyek mezin veke.” 
 
‘KARKERAN MÎNA KOLEYAN DIDIN XEBITANDIN’ 
 
Bîlgen bal kişand şertên karkerên Balafirgiha 3’yemîn a Stenbolê û got: “Karker di şertên herî xerab de dijîn û dixebitin. Di şert û mercên koletiyê de tên xebitandin. Heke ku wan di şertên koletiyê de bidin xebitandin nikarin vê yekê bi Ewropayê re hevrû bikin. Şertên karkerên balafirgehê mîna şertên koletiyê yên mîna sedsala 18’emîn ku karker li Ewropa û Amerîkayê didan xebitandin.”