Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê

img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Heyeta ji nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), pêk dihat, ji bo nirxandinên rewşa herêmî, Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ziyaret kir. Di ziyaretê de Osman bang li gelê Kurdistanê kir ku hêzên xwe yên xweser ji xwe re esas bigrin û lêvegerek hevbeş di rêya lidarxistina Kongreyeke Netewî Kurdistanî ava bikin. 
 
Heyeta ji nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêk dihat, bi armanca nirxandina rewşa herêmê û ji bo xurtkirina têkiliên di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de, siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman ziyaret kir. Heyeta ji Nûnerê PYD`ê li Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb, endamên Komîteya Têkliyên Diplomasî yên nûnertiya PYD`ê li Başûr Mehmûd Reşo, Alan Silîvî û Mustefa Heşrî pêk dihat, Mehmûd Osman li buroya wî ya li Hewlêrê ziyaret kir. Heyet li buroyê hat pêşwazîkirin. Mehmûd Osman li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedan û lehegiya gelê Kurd û gelên Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ`ê axivî û diyar kir ku ew ê alîkariya vê tecrûbiyê bikin. Mehmûd Osman teqez kir ku pêwîste gelê Kurd hêzên xwe yên xweser ji xwe re esas bigrin da ku li dijî êrîşên li ser Kurdistanê têne kirin, bisekinin û got: "Pêwîste lêvegereke Kurdistanî were avakirin da ku dozên Kurdan ên heyî çareser bikin. Pêwîste Kurd li hemberî hêzên derve pir hişiyar bin, ji ber ku tecrûbeyên Kurdan di vî aliyê de pir in. Hevpeymana El-Cezayir 1975`an heye. Çawa bi xwe re êş û zehmetî ji gelê Kurd re anî. Li hevkirinên derve bi xwe re xeterî li ser pêşeroja Kurdan û berjewendiyên wan tîne." 
 
DIVÊ DI NAVA HÊZÊN KURDAN Û DERVE DE NIQAŞ BÊN KIRIN
 
Mehmûd Osman banga parastina têkiliyên Kurdan bi dewletên herêmî û navdeweletî re kir lê bê ku di mijarên çarenûsî de pişta xwe bidin wan. Mehmûd Osman got pêwîste di navbera hêzên Kurdistanê û cîhanî de guftogo werin lidarxistin da ku gelê Kurd bighêje armancên xwe û mafê xwe yê rewa bidest bixe. Mehmûd Osman destnîşan kir ku di navbera hêzên siyasî ên kurdî li Başûrê Kurdistanê lihevkirin û hevkarî kêm e û bi taybet di navbera YNK û PDK`ê û ev yek di dosya Kerkûkê û Serokatiya Iraqê de eşker diyar bû û wiha dewam kir:” Van nakokiyan bandorekeke neyînî li ser Kurdan û lewazbûna helwestên wan li tevahî Iraqê kir.  Sîstema herdû rêveberiyan li Başûrê Kurdistanê sedema pirsgirêkan e. Ji ber vê yekê em bang li hemû aliyan dikim ku dev ji berjewndiyên xwe yên partî  berdin û li gorî berjewndiyên gelê Kurd bi xebitin.”
 
Osman, li ser rewşa Kerkûkê ji rawestiya û got: "Rewşa Kerkûkê heta niha tevlîhev e û tiştên ne diyar hene. Li wê derê du mesele hene; ya yekemîn ku lêkolînên zelal der barê tiştên ku li wê derê qewimîne were çêkirin û her tişt ji raya giştî re were diyarkirin. A duyemîn bûyerên ku li Kerkûkê çêbûn ji ber hêzên Pêşmerge di bin banê fermandariyek hevbeş tevnegeriyan û li gorî fermanên partiyan dixebitin ji ber wê ewqas bûyer çêbûn.”
 
PÊDIVÎ BI KONGREYA NETEWEYÎ HEYE
 
Mehmûd Osman, bal kişand ser girînge Kongreyeke Netewî Kurdistan û wiha bi dawî kir: "Divê Kongreya Neteweya Kurdistan bê lidarxstin. Ji salên 70 ve gelek kesayet heta niha hene dixwzin vê yêkê pêk bînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mam Celal Telebanî ji wan kesayetan in. Berjewendiyên teng ên partiyan û destweredana Îran û dewleta Tirk lidarxistina kongreya netewî asteng dike. Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman di dawiya axaftina xwe de li ser pêşketin û destkeftiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrûbeya Rêveberiya Xwesr a Demokratîk li ser esasê rêgeza  biratiya gelan axivî. Mehmûd Osman teqez kir ku mirov dikare wê tecrûbeyê di çareserkirina dozên herêmê de esas bigrin, her wiha diyar kir ku bi gelê herêmê bi yekitiya xwe dikare li hember hemû hêzên dagirker û sîstemên desthilatdar bisekine û azadî û hemû mafê xwe bidest bixin.  Di dawiyê de der barê xurtkirina têkliyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan û lidarxistina kongreya netewî, nîqaş hatin kirin."