Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye

img
AMED - Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser hilbijartina rêveberiyên herêmî û diyar kir ku ev hilbijartin di heman demê de referanduma hiqû, demokrasiyê ye. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî de li salona konferansê ya Vedat Aydin, civîna  Lijneya Navendî ya HDP'ê pêk anî. Berdevkê HDP'ê  Saruhan Oluç, der barê civîna MYK'ê û Komxebata Rêveberiyên Herêmî de civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, diyar kir ku ji sala 1978’an heta niha di rêveberiyên herêmî de cerebe kêm girtine dest û wiha got: "Me di komxebatê de taslakên pêşerojê jî niqaş kirin. Em dê van niqaşan di rojên pêş de bi civakê re parve bikin. Ev dê bibe yekem "Peymana Demokrasiyê ya Herêmî". Ev pêşnûma polîtîkayên ku demokrasiya herêmî pêş dixe. Em dê vê feraseta polîtikayên demokratikbûna herêmî pêş bixin. Zêdeyî 2 salin qeyûm tayînî şaredariyan hatiye kirin. Li dijî van qayûman polîtikayên me pir zelal in. Em dê hemû şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine dîsa bi dest bixin. Em dê vîna xwe pir zelal dînin holê. Şaredariyên ku me di sala 2014'an de qezenç kirin qeyûm tayîn kirin. Tu carî gelê kurd qeyûm qebûl nekir û qebûl nake. Gel, dê li gund, tax û navçeyên xwe xwedî derkevin."
 
QEYÛM ÎLANA TÊKÇÛNÊ YE
 
Oluç, da zanin ku Serokê AKP'ê Erdogan starta hilbijartina rêveberiyên herêmî daye û wiha axivî: "AKP di xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de HDP’ê dike hedef. Erdogan dibêje “Em dê qeyûman tayîn bikin'. Ev aşkere nişan dide ku ji niha de winda kiriye. Ev daxuyaniya AKP  û Erdogan nîşan dide ku ji niha de hilbijartin li herêmê winda kirine. Ji niha de bi van daxuyaniyên xwe zextan li YSK'ê dike ku namzetên HDP’ê red bike. Ev nişan dide ku dê lîstikan tev li hilbijartinê bike. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu  259 keya ji peywirê girtin. Hilbijartina muxtaran raste rast demokrasiya gel. Bi vî rengî vîna gel nas nake. Li cihê herî zêde HDP'ê dengê zêde girtiye li vir qeyûm tayînî keyayan dike. Ev îlana ku dê di hilbijartinê de ihalan bike." 
 
Oluç, helwesta Erdogan jî şermezar kir û wiha got: “Hemû kesî dît ku di 24'ê Hezîranê de negihş armanca xwe. Gelê kurd di vê hilbijartinê de jî destûr nadin ku bigêjin armanca xwe. Ev yek ji bo gelê kurd bûye înad. Erodgan ji bo Amedê got 'Me dilê wan fedih nekir." Raste ew ne ji bo dilê wan xezenç bikin xebate dikin. Ji bo fetih bikin xebatê dikin. Bi feraseta dagirkerî û serdestiyê tev digerin. Gelê kurd li hemberî vê ferasetê serî natewîne. Rêya ku diçe dilê Amedê, rêya edalet, aştî, demokrasî û azadiyê ye. Lê ev rê li cem we tune ye." 
 
EV DÊ BIBE REFERANDUMA HIQÛQ Û DEMOKRASIYÊ
 
Oluç, destnişan kir ku hêj nûner û hilbijêrên kurd girtî ne û wiha berdewam kir: "Hêj siyasetmedar, hevşaredar û vîna kurdan Yuksekdag, Demirtaş, Gultan Kişanak, Leyla Guven û gelek siyasetmedarên din dîl hatine girtin. 
Ji bo em di 31'ê Adarê de xwe bi rêve bibin teqez em dê bi ser bikevin. Ev ne hilbijartina rêveberiya herêmî ye. Di heman demê de ev hilbijartina demokrasî û hiqûqê ye. Li dijî rejîma yek mirovî îlankirina vîna gel e. Aşkerekirin û îlankirina vîna gel a tune tê hesibandin e. 
Civîna ku duh me li vir pêk anî pir girîng bû. Erênî derbas bû. Em gihiştin hevpariyên girîng. Em dê li rojavayê Tirkiye jî îtîfaqên gel ava bikin. Gel dê di vê hilbijartinê de bersîvê bide polîtikayên AKP-MHP'ê.