Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest

img

 AMED - Serokkomar Erdogan ê îro hat Amedê, derçûnên xwe yên hişk ên li dijî tevgera siyasî ya Kurd nerim kirin û bêyî ku behsa HDP’ê ya ku li bajêr ji sedî 65 denga digire bike, ji bo hilbijartina herêmî deng ji Amediyan xwest. 

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Teyyîp Erdogan ê ji bo beşdarî “Mîhrîcana Ciwanan” bibe hat Amedê, di vekirina Stadyuma Amedê de axivî. Edogan derçûnên xwe yên hişk ên li dijî tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd nerim kirin û di axaftina xwe de qet behsa HDP’ê ya li bajêr ji sedî 65 dengên gel digire nekir. Ev helwesta Erdogan bû sedem ku siyasetmedar bêjin “Li Enqerê cuda ye û li Amedê cudaye.”
 
ERDOGAN DENG JI GELÊ AMEDÊ XWEST 
 
Erdogan ê hat Amedê, bal kişand ser bihevrebûn û yekitiyê û ji bo hilbijartina herêmî dengê ji gelê Amedê xwest. Erdogan, di axaftina xwe de qet behsa qeyûman nekir û ji bo namzetên partiya xwe deng xwestin. Erdogan, dema deng ji bo namzetên partiya xwe xwest wiha got: “Amed tim pêşeng bû. Werin em mizgîniya serdema nû cardin ji Amedê bidin. Werin em serdema kesên zilm li we kirin, zext li we kirin û hûn tirsandin bigirin.”