‘Her ku îktîdar li dara HDP'ê dide ji nû şîn dibe'

img

ÎZMÎR - Li Egeyê, di operasyonên 10 mehên dawî ên li hemberî rêveber û endamên HDP'ê de 802 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Semra Ûzûnok, diyar kir ku partiya wan li ser piyaye û got: "Her ku îktîdara heyî li dara HDP'ê dixe dibê qey ê tov biweşin, lê xwe dixapîne. Her ku lêdide tov şîn dibin." 

 
Hevseroka HDP'a Îzmîrê Semra Ûzûnok, diyar kir ku li herêma Egeyê di 9 mehan de bi piranî jê endamên partiya wan 800 kes hatine binçavkirin. Ûzûnok got: "Em ê şûna hevalên xwe yên tên girtin tije bikin." 
 
Li Herêma Egeyê di navbera meha Çile û Îlonê de 500 jê li Îzmîrê 802 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'a Îzmîrê Semra Ûzûnok zext û zoriyên li ser HDP'ê nirxandin. 
 
‘ERDOGAN HDP'Ê DIKE HEDEF' 
 
Ûzûnok, bilêv kir ku girtîgehan li Tirkiyeyê bi rêveber û hilbijêrên HDP'Î tije bûne û li herêma Egeyê jî bi sedan endamên wan hatine girtin. Ûzûnok got: "Di dema pêvajoya aştiyê de Tirkiye welatekî aram bû. Piştî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir bû û dawî li pêvajoya çareseriyê hat, zext û zorî jî zêde bûn. Piştî ku tovên HDP'ê li her derê welat belav bûn, AKP'Ê tehemul nekir. Vê hefteyê li her derê Tirkiyeyê endam û hilbijêrên HDP'ê hatin binçavkirin. Ev binçavkirin girêdayî daxuyaniyên Serokomar Erdogan in ku du roj berê dabûn. Dozger, emniyet û dadger hemû gotinên Erdogan wekî peywirê dibînin û dest bi binçavkirinan dikin." 
 
'HIKÛMET DIXWAZE KRÎZÊ JI ROJEVÊ DERXÎNE' 
 
Ûzûnok, anî ziman ku ji ber hikûmeta AKP'ê û Erdogan dizanin dê di hilbijartinê de bi ser nekevin zextan zêde dikin û got: "Li Tirkiyeyê krîzeke aborî û siyasî heye. Li Îzmîrê bi hincetan 'îxabarên bêbinî' davêjin ser malan. A rast hikûmeta heyî li hemberî HDP'ê zextan zêde dike û bi vî awayî dixwaze krîzê ji rojevê derxîne. Em xebatkarên HDP'ê ji berê de hay ji van senaryoyan hene. Em ê şûna hevalên xwe yên girtî tije bikin. HDP li ser piya ye. Her ku îktîdara heyî li dara HDP'ê dixe dibê qey ê tov biweşin, lê xwe dixapîne. Her ku lêdide tov şîn dibin." 
 
‘AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN' 
 
Ûzûnok, anî ziman ku sedema van pêkanînan ji ber tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Aştî tê tecrîdkirin. Tecrîdkirina Ocalan tê wateya belavbûna şer. Ji bo ev yek bi dawî bibe divê dawî li tecrîdê bê. ger zext û zoriyên li ser Ocalan û endamên HDP'ê dewam bikin, em ê jî li hemû qadan bertekên xwe nîşan bidin. Ev çewisandin û binçavkirin tê wateya bidawîbûna 17 salên îktîdara AKP'ê û nîşaneya perpitînên dawî ye. Em ê di hilbijartinên herêmî de bersiva van tiştan bidin."