Wekîlên bi KHK'ê hatin îxrackirin: Em ji meclîsê çareseriyê dixwazin

img
ENQERE – Parlamenterên HDP, CHP û Partiya Saadetê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin li meclîsê daxuyaniya hevpar dan û xwestin meclîs pirsgirêkê çareser bike. 
 
Parlamenterên HDP, CHP û Partiya Saadetê yên di serdema OHAL'ê de bi KHK'ê hatibûn îxrackirin, li meclîsê daxuyaniya hevpar dan. Wekilên mexdûrên KHK'ê di destpêka hefteyê de kom bûbûn û îro daxuyaniya hevpar dan. 
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Îbrahim Kaboglu, Parlamenterê HDP'ê Habip Eksik û Muazzez Orhan û parlamenterê Partiya Saadetê Cihangir Îslam tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê 10 wekilên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Faruk Gergerlioglu daxuyanî da. Gergerlioglu, pirsgirêkên kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin bi 25 xalan anî rojevê û xwest meclîs pirsgirêkê çareser bike. Gergerlioglu, diyar kir ku 32 KHK'yan 134 hezar û 207 kes pasaportên wan hatine desteserkirin û hatin îxrackirin û wiha got: "Ev kesên hatin îxrackirin bi awayekî neheq ji karê xwe hatin dûrxistin. Kesên ku qet der barê wan de lêpirsîn venebûbin û bi KHK'ê ji kar hatibin dûrxistin, divê bi lez li karê xwe vegerin. Kesên mexdûr bûne divê heqê qan ê maddî û manevî bê dayîn. Divê bi lez meclîs ji bo wan çareseriyekê peyda bike. Divê bi lez komîsyona OHAL'ê rakin. Kesên bi KHK'ê hatin îxrackirin divê karibin di saziyên taybet de kar bikin. Kesên ku ketin ezmûna KPSS'ê û bi KHK'ê hatin îxrackirin her çend di ezmûnê de notên zêde stendin jî di mulakattê de puanên kêm didin wan. An divê mulakat ji holê rabe, an jî divê şefaf bê kirin. Divê astengiyên li pêş perwerdehiyê bên rakirin. Bi hezaran mirovên zanistê dixwazin biçin dervê welat perwerde bibin lê nikarin. Divê astengiya li pêş perwerde û hîndekariya derve bê rakirin. Divê astengiya li ser pasaportê bê rakirin. Divê meclîs bi lez berpirsiyariyê bide ser xwe û hemû pirsgirêran çareser bike