Mizrakli: Kesên nikarin Sûran derbas bikin har dibin

img
AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û diyar kir ku ji ber nikarin Sûrên bajarên herêmê yên ku mirovan bi dil, beden û hêviyên xwe parastine, derbas bikin dîn û har dibin. 
 
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, duh li 9 bajarên ku navenda wê Amed bû operasyona siyasî pêk hat. Di operasyonê de rojnameger û siyasetmedarên kurd jî di nav de zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku der barê 151 kesan de biryara binçavkirinê heye. Polîsan li 9 bajaran bi ser 183 malan de girt û zêdeyî 100 kesan binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin anîn Şaxa TEM'ê ya Amedê. 
 
FERMANA 'TEQEZ DIVE AMEDÊ BISTÎNIN'
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên berê de gotibû "Em talîbê Amedê ne. Dî daxuyaniyên dawî de HDP kir hedefa xwe. Piştî Erdogan HDP kir hedefa xwe li dijî siyasetmedarên kurd û rojnamegerên kurd operasyon pêk hat. Ev yek pirsên din di mejiyê mirovan de ava dike. Erdogan di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2007 û 2009'an de gotibû “Divê Amed teqez bê stendin" Lê AKP'ê di hilbijartina rêveberiya herêmî de li Amedê ji sedî 31.30 deng stendibû. Di hilbijartina 2014'an de jî ji sedî 35  deng stendibû, lê dîsa AKP'ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nesitendibû. 
 
AKP'Ê ŞAREDARDIYÊN KU QEZENÇ NEKIRIBÛ QEYÛM TAYÎN KIR
 
AKP'ê piştî 15'ê Tîrmehê polîtîkaya qeyûman xist meriyetê û şaredariyên ku li herêmê qezenç nekir vê carê qeyûm tayîn kir. AKP'ê qeyûm tayîni 96 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kir. Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019'an nêzîk bû, Erdogan, di Kongreya AKP'ê ya Enqereyê ya 18'ê Tebaxê de got "Em dê hemû şaredariyên bajarên mezin ji gelê xwe emanet bistînin". Dîsa çend roj berê HDP kir hedefa xwe û diyar kir ku namzetên ku ew nexwazin nikare hilbijêre û ger ku bixwazin dikarin dîsa qeyûm tayîn bikin. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Aemdê Selçuk Mızrakli, bertek nîşanî helwesta Erdogan û AKP'ê da û diyar kir ku ev polîtîkaya wan bi ser nakeve. Mizrakli, binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û diyar kir ku ji ber nikarin Sûrên bajarên herêmê yên ku mirovan bi dil, beden û hêviyên xwe parastine, derbas bikin dîn û har dibin. Li bajarên herêmê mirovan bi dil, beden û heviyên xwe sûr ava kirine. Ev Sûrên hatine avakirin ji aliyê sedhezaran kesên ku dilê xwe dane aştî, azadî, edalet û demokrasiyê ve hatiye avakirin. Yên ku nikarin van Sûran derbas bikin dîn û har dibin. Ji ber ku HDP'ê bend derbas kiriye AKP bêtir bêzar dibe. Di rapora Meclîsa Parlamenteran a Komîsyona Ewropa ya der barê hilbijartina 24'ê Heziranê de hat diyar kirin ku hilbijartina 24'ê Hezîranê di şertên ne adîl de pêk hatiye. Di raporê de hat zanîn ku AKP'ê hemû derfetên dewletê xistine xizmeta xwe. Lê ligel ne şertên adîl jî dîsa HDP'ê bend derbas kiriye û vê yekê AKP bi awayekî pir cîddî bêzar kiriye. Erdogan di axaftina Kizilcahamamê de diyar kir ku dê vîna gel nas neke. Polîtîkayên AKP û Erdogan ji bo Tirkiye bêxer û bê şensiyek mezin e. Ji niha de dixwaze vîna gel ji destê gel bistîne û heviyên gel bişkîne."