Oluç: Li şûna hûn pariyê mirovan kêm bikin, lêçûna şer kêm bikin

img
ENQERE - Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî "Bernameya Aboriya Nû" ya hikûmetê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, politikaya AKP'ê ya givaştina zik rexne kir û got: "Li şûna em zikê xwe bigivêşin, bila lêçûna şer kem bikin. Li şûna em pariyan kêm bikin balafirên şer ên F 35'an û fuzeyên S400'an nekirin. " 
 
 
Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, têkildarî geşedanên di rojevê û kriza aborî beriya Civina Lijneya Navendî ya (MYK) ya Partiya xwe li ber Navenda  Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, anî ziman ku îro di heman demê de roja qetilkirina Musa Anter û koçkirina Ruhi Su ye û Anter û Sû bibîr anî.  Olûç, li ser krîza siyasî û ekonomîk jî rawestiya û got: “Li Tirkiyeyê a niha şîrketên herî mezin jî konkordatoyê îlan dikin. Bawerî şikestiye û psîkolojiya krîzê zêdetir bûye. Gelo heke krîz tune, we çima bihatê hemwelatiya 1 milyon dolar kirin 250 hezar dolar? Ji ber ku pêdiviya we bi dolaran heye. Ji ber ku divê heta salekê Tirkiye 220 milyon dolaran deyn bide. Vê aboriya li ser deynan rê li ber bilindbûna dolaran vedike. Gelekî eşkere ye ku di mehên pêş me de ew ê krîz zêdetir bibe. Dewlet divê dev ji kirîna balefiran berde. F35’an nekirin, S400’an nekirin, lêçûnên şer kêm bikin Li şûna hûn polîtîkayê pariyê xwarina mirovan kêm bikin û polîtîkayên zik givaştinê pêş bixin, balafirên şer û fuzeyan nekirin. Lêçûna şer kêm bikin." 
 
HILBIJARTINÊN HERÊMÎ
 
Olûç, bal kişand ser amadekariyên hilbijartinên herêmî jî û wiha axivî: “Me dest pê kir ku em modela xwe ya rêveberiyên herêmî baş amade bikin. Piştre em ê qala namzetbûnê bikin. Hedefa me ev e ku em şaredariyên ku qeyûm li ser wan hatiye ferzkirin, paş ve bistînin û li cihên din 10,15 şaredariyên din qezenc bikin. Ji bo têkbirina koalîsyona AKP-MHP’ê em ê li bajar û navçeyên li rojavayê Tirkiyeyê piştgiriyê bidin mûxalefeta meşrû ya li wê derê. Ji ber ku Erdogan tu dizanî, tu yê li ser sindoqan bi ser nekevî, niha jî tu dixwazî Saziya Bilind a Hilbijartinê têxe meriyetê û dixwazî namzetên HDP’ê veto bikî.”
 
'ÇIMA 24 KES HATIN GIRTIN, JI BER RASTÎ AŞKERE KIRIN'
 
Oluç, bal kişand ser girtina 24 karkerên hatin girtin û wiha lê zêde kir: "Li Balafirgeha Sêyemîn gelek karker li dijî qeydan kar dikin. Ev yek karker tînin ziman. Karkeran ji bo 13-14 daxwazên xwe çalakî pêk anîn. Xebata li dijî qeydan tenê xalek bû. Xalên din di nava kêzik, morî kêç û sipiyan de kar dikin. Karkerên ev daxwazên xwe anin ziman 24 heb ji wan girtin. Çima girtin? Ji ber ku jiber diyar kirin ku li dervê qeydan kar dikin hatin girtin. Di şertên koletiya sedsala 19’an de kar dikin. Em bang li wezîr beg dikin. Ger ku hûn dixwazin li dijî xebata dervê qeydan têbikoşin, divê berî her tiştî hûn daxwazên Karkerên Balafirgha Sêyemîn pêk bînin. 
 
DOZA PASÛRÊ 
 
Oluç, biryara doza Pasûrê jî rexne kir û wiha got: "Darazê biryarek bi alî da. Em dê li dijî vê biryarê têkoşîna hiqûqê bilind bikin. Biryara dadgehê ya der barê doza Pasûrê de li dijî hiqûqê ye.