Temellî û Buldan: Emê têkoşîna Ayhan bilind bikin

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezai Temellî, daxuyaniya hevpar dan û diyar kirin ku ew dê têkoşina parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahim Ayhan ku bi krîza dil jiyana xwe ji dest da berdewam bikin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli û Pervin Buldan, têkildarî siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku li Hewlerê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da li ber Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.  Ewil Pervîn Buldan, axivî û diyar kir ku ji ber Îbrahîm Ayhan jiyana xwe ji dest daye pir xemgîn in. Buldan wiha got: “Rêhevalê me Îbrahîn, bi salan e di nava têkoşînê de cih digire. Hem di qada perwerdehiyê de û hem jî di qada siyaseta demoratik de kedek mezin da. Hevalê me li Hewlerê jiyana xwe ji dest da. Bi salan girtî ma, Dema wekîl bû jî rastî ceza hat. Ji ber rastî ceza hat wekîltiya wî hat xistin. Jiber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê neçar ma ku tedawî bibe. Ji ber ku nekaribû li Tirkiye derman bibe çû Hewlerê. Lê li wir bêyî ku tedawî bibe jiyana xwe ji dest da. Her dem ji bo kurdan mirin rewa hatiye dîtin. An mirinê ji wan re dewa dibîne an jî wan dişîne girtîgehê. Hevale me Îbrahîm li sirgûnê jiyana xwe ji dest da. Tu kurt vê yekê naxwazin. Tu kurd ne mirinê û ne jî girtîgehê dixwazin. Mixabin Hevalê me Îbrahîm ji zarokên xwe dûr li Sirgûniyê li Hewlerê jiyana xwe ji dest daye. Em dê mîrateya têkoşîna Rêzdar Îbralîm dewir bigirin û bilind bikin. Em ji balbata wan re sersaxi û sebrê dixwazin."
 
‘EM DÊ TÊKOŞÎNA WÎ MÎNAK BERDEWAM BIKIN'
 
Sezaî Temelî ji anî ziman ku wan hevalê xwe yê têkoşînê ku hemû emrê xwe ji bo têkoşîna ked û demokrasiyê diyari kiribû winda kirine û bi vê yekê gelek xemgîn in û wiha got: "Eş û xemgîniya me gelek mezin e. Bi rastî jî êşa me bi gotinan nayê ziman. Em vê mirinê wekî mirinek ji rêzê nabînin. Ev mirina ku îktîdar bûye sedam wê ye. Hevalê Îbrahîm bedelên mezin dan. Têkoşîn û jiyana hevalê Îbrahîm dê jibo me tevan bibe mînak û têkoşîna wî em dê berdewam bikin. Bila serê hemû hevalên wî û malbata wî sax be. Bila di nava rohaniyê de razê." 
 
Piştî daxuyaniya Temellî û Buldan, Hevberdevkê HDP'ê Saruhan Oluç jî l ser rewşa aboriyê û kiriza heyî axivî.