Prof. Jongerden: Rusya zû dereng dê li Îdlibê operasyonê pêk bîne

img
ENQERE - Akademîsyê Zanîngeha Wagenînen Prof. Joost Jongerden, bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li ser Idlimê û wiha got: "Ger ku hêzên li Idlibê peymanê red bikin, dê bi komên radîkal ên çekdar ên Tirkiye re rû bi rû bimînin.  Jongerden, da zanîn ku Erdogan li ser navê kesên ku ne li ser masê bûn bi Rûsya re li hev kir û wiha got: "Zû dereng dê Rûsya li dijî Idlibê operasyonê pêk bîne. Yê taliyê bi ser bikeve Rûsya ye. 
 
Hewldanên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriye de didomin. Herêma Heleb û Şamê, ji Guta, Hama, Humusê bi destê Tirkiye komên selefî derbasî Idlibê kirin. Mijarên Rusya, DYA û YE'ê yên berjewendiyê bû sedema hebûn û tunebûnê. Welatê 24'emin ê Sûriye Idlîb, piştî Reqqa ked destê komên selefiyan. Piştî Idlib ket destê Selefiya di navbera Tirkiye Rusya û Îranê de bû sedema zêdebûna dîplomasiyê. DYA û welatên Ewropa jî li ser Idlibê axivîn. Herî dawî Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê li Soçî hatin cem hev. Hat diyar kirin ku li ser "Herêma bêçekbûnê" li hev kirine. Li gorî vê yekê dê komên selefî û çekdar li herêma 15 kîlometre ya bê çek bi cih bikin. Tê diyar kirin ku dê herêma navbera Halep, Hama û Lazkiye wekî herêma bêçek îlan bikin. Lê Rûsya jî dixwaze rêya navbera Lazkiye û Halepê têxe bin kontrola xwe. Tê xwestin El Nusra Cephesi (Heyet Tehrir El Şam-HTŞ) ku berdewama El Kaîde ye, û komên din 15 kilometre dûr bixin. Dixwazin eskerên Rûsya û Tirkiye li vir bi cih bikin. Rayedarên Tirk ev yek aşkere kirin.
 
AKP ev yek wekî serkeftin nîşan da. Têkildarî mijarê Akademîsyê Zanîngeha Wagenînen Prof. Joost Jongerden, bal kişand ser hevdîtina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li ser Idlimê û wiha got: "Ger ku hêzên li Idlibê peymanê red bikin, dê bi komên radîkal ên çekdar ên Tirkiye re rû bi rû bimînin." Jongerden, da zanîn ku Erdogan li ser navê kesên ku ne li ser masê bûn bi Rûsya re li hev kir û wiha axivî: "Zû dereng dê Rûsya li dijî Idlibê operasyonê pêk bîne. Yê taliyê bi ser bikeve Rûsya ye. Serokê Rusya Vladimir Putin bi her awayî dê serkeftî derkeve. Niha xuya dike ku Rûsya hêza eskerî naxe meriyetê. Bareki mezin daye ser pişta Tirkiye. Di hevdîtinên navbera Erdogan û Pûtîn de li ser çîhatkarên Idliyê yên radîkal û nerm li hevhatinek nehatiye kirin. Nerînên Erdogan û Putîn yên li ser komên çekdar ji hev cuda ne. Tirkiye dikare bi komên çekdar re bê hemberî hev. Li gorî Mutabakatê di destê komên radîkal de çekên giran hene. Ev kom dê ji herêmê bên derxistin. Erdogan li ser navê kesên ne li ser masê bi Rûsya re lihevhatin kir. Ger ku hêzên li Idlibê peymanê qebûl neke komên çekdar û Tirkiye dê bên hemberî hev. 
Ger ku ev kom peymanê red bikin dê Tirkiye bi komên radîkal re bê hemberî hev. Dawiya dawî Rûsya dê li herêmê operasyonê pêk bîne û yê li fêdê disa Rûsya ye. Ji ber ku Idlib rawestgeha dawî ya Rûsya ye, Rûsya dê operasyonê pêk bîne."
 
MA / Selman Guzelyuz