Federasyona Roman çû serdena HDP’ê

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya Federasyona Komeleya Romanên Akdenîzê li hev kom bûn.  
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya dinavê de Serokê Federasyona Komeleya Romanên Akdenîzê Alî Daylan jî heyî li avahiya Navenda Giştî kom bûn. Di serdanê de pirsgirêkên gelê Roman, ji bo vê yekê çareseriyên siyasî û kêmasiyên polîtîk hatin nîqaşkirin 
 
Temellî di serdanê de axivî û wiha got: “Ev serdana we ji bo me bi awateye. Li Tirkiyeyê welatiyên Roman rastî gel nêzîkatiyên cuda tên û cuda tên dîtin. Hûn nêzîkatiya partiya me dizanîn. Ji bo komarek demokratîk a bingeha xwe ji hemwelatîbûyînê digire em têdikoşin. Em dixwazin cudakarî ji holê rabe û hemû welatî di şertên wekhev de bijîn. Di nava vê têkoşînê de divê gelê me yê Roman jî cih bigire. Heta bêje hatine mexdûrkirin.”
 
Serokê Federasyonê Daylan jî, diyar  kir ku ew weke Romanan hêviyên wan ji HDP’ê hene û wiha got: “Hêviyên me  ji siyasetê hene. Ji bo vê me xwest em bi were hevdîtin bikin.”
 
Serdan dure li çapemeniyê girtî berdewam kir.