Bîlgen ê HDP’î: Divê dozger daxwazên karkeran lêkolîn bike

img

ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, têkildarî binçavkirina karkerên Balafirgeha 3’emîn û geşedanên dawî li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, diyar kir ku li şûna dozger daxwazên karkeran lêkolîn bike û wekî serlêdana sûc qebûl bike, karker bi derbkirinê tên binçavkirin. Bîlgen, bal kişand ser serdema nû ya perwerdehiyê jî û wiha got: "Serdema nû bi pirsgirêkên mezin dest pê kir." 

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiye li Meclîsê civina çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, ewil bal kişand ser serdema nû ya perwerdehiyê û wiha got: “Em bi pirsgirêkên ku bûne kangren derbasî sala nû dibin. Der barê pergala perwerdehiyê de bi salan niqaşên pir ciddî tên meşandin. Bi rêbazên ceribandin û denemeyan nêzî perwerdehiyê dibin û ev yek perwerdehiyê bi ser naxe. Îktîdara AKP'ê 16-17 salin di serdema her wezîrekî de modelek xist meriyetê. Gelek deneme li ser perwerdehiyê pêş xist. Em dixwazin sala nû bi xêr be, lê bi vê rêbazê nabe." 
 
'DAXWAZÊN KARKERAN DIVÊ WEKÎ SERLÊDANA SÛC BÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Bîlgen, bal kişand ser çalakiya karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê û êrîşa li dijî karkeran û wiha got: "Kesên ku çalakiyê wekî sabotaj dinirxînin bê wîcdan in. Divê şert û mercên karkeran bên dîtin. Kesên ku karkeran mexdûr dikin bûne sebebê vê yekê. Divê dozger daxwazên karkeran ên rewa û mafdar wekî serlêdana sûc qebûl bike û daxwazên wan lêkolîn bike. Karker naxwazin di nava moriyê textan de bijîn. Naxwazin cînayetên kar pêş bikevin. Dîsa dixwazin pereyên wan di wextê de teslîmî wan bikin. Divê dozger van daxwazan lêkolîn bike û edaletê pêk bîne. Lê li şûna lêkolîn bikin, karker tên binçavkirin, derpkirin û di bin zextan de tên hiştin."  
 
‘DIBÊJIN EM DÊ LI SÛRIYE LÎSTIKÊ XERA BIKIN'
 
Bîlgen, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye ên li ser Sûriye û wiha bi dawî kir: "Daxwazên dewamkirina polîtîkayên şer, hem di milê aborî de û hem jî di milê polîtîkayên derve de, nayê qebûlkirin. Dibêjin ger ku em nikarin lîstikê ava bikin, emê lîstikê xera bikin. Em hevî dikin ku li Soçî û qadê manzara ku ewlehya mirovan li Tirkiye têxe talûkeyê pêş nekeve. Divê ji bo aştiya li Sûriye gavan bavêjin. Divê gelê Sûriye der barê pêşeroja xwe de biryar bide û qedera xwe diyar bike.