Temellî: Cihê zilm lê hebe berxwedan jî heye

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Cemxaneya Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal ziyaret kir. Temellî, di ziyaretê de êrîşa li ser karkeran şermezar kir û got: "Li ku zilm hebe li wir berxwedan heye. 
Em di vê berxwedanê de, dê bi  were rêwîtiya xwe berdewam bikin." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, li Navçeya Ataşehîr a Stenbolê Cemxaneya Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal (PSKD) ziyaret kir. Temellî, piştî ziyaretê li pirsgirêkên elewiyan guhdar kir û bi wan re fitara rojiya matemê vekir. Rêveberen HDP'ê jî li gel Temellî cemxane ziyaret kir û fitara rojiyê vekirin. Temellî, diyar kir ku ji ber bi hevre fitara rojiya matemê vedikin ji bo wî ev rûmetek pir mezin e û wiha got: "Em dixwazin ev rojî û lokma ji aliyê xwedê ve bê qebûlkirin. Civaka elewî kedek mezin û piştevaniyek mezin dide civaka Tirkiye. Piştevaniya civaka elewî, di warê bawerî, ziman, çand û demokrasiyê de piştevaniyek mezin dide civaka Tirkiye. Ji ber vê yekê em hurmetek mezin didin vê têkoşîna we. Em Îmam Huseyin û Dayika Zeynep jî zanin. Li ku zilm hebe li wir berxwedan heye. Li ku zilm hebe li wir berxwedan heye. Em di vê berxwedanê de, dê bi  were rêwîtiya xwe berdewam bikin."