‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’

img
AMED - Serokê Giştî yê PSK’ê Mesûd Tek, diyar kir ku sedema kûrbûn krîza aborî ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê ye û got: “Erdogan li şûna çareseriyê netewperetiyê pêş dixe. Ji ber vê em naxwazin fedekartî bikin.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesûd Tek, li avahiya partiya xwe ya Amedê derbarê krîza aborî de, civîna çapemeniyê li dar xist. Tek, di civînê de axivî û wiha got: “Pergala aborî ya Tirkiyeyê li ser dolaran hatiye avakirin. Ji ber vê her ku dolar bilind dibe, TL nerxê winda dike û aboriya Tirkiyeyê têk diçe. Sedema krîza aborî ya heyî, bi rêvberiya 16 salan a AKP’ê ve girêdayî ye. Ji ber polîtîkayên hûndir û derveyî welat ên AKP îro li Tirkiyeyê krîza aborî tê jiyîn. Di pêvajoya derbasbûyî de OHAL hat îlankirin, binpêkirina mafê mirovan, mafê rêxistinêbûnê, mafê demokrasî û azadiyan hatin sînordarkirin.  Dixwazin Bakurê Kurdistanê mîlîtarîze bikin. Bi operasyon û êrîşan hewl didin pirsgirêka Kurt çareser bikin. Ev yekê ferzî gelê Kurd dikin. Ji ber vê êrîşên xwe yên li ser Sûriye û bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin. Pergala darazê, bi awayekê giştî ketiye bin ferma hikûmeta AKP’ê û bi fermanên Erdogan biryarê dide.” 
 
‘EM FEDEKARTIYÊ NAKIN’
 
Tek, anî ziman ku sedema bingehîna a krîza aborî ne mûxaleyên ji derveyî welatin û wiha bilêv: “Ji bo ku ev kriza aborî derbas bibe, divê AKP polîtîkayên xwe yên siyasî, aborî û dîplomatîk biguherîne. AKP û Erdogan ji şûna vê yekê bikin, behsa mûdaxileyên derveyî welat dikin. Bi vê hewl didin hestên netewperestiyê pêş bixin û ji bo derbaskirina ji krîzê jî, banga fedekariyê li gel dikin. Em li ser navê derbas kirina krîzê naxwazin fedekartiyê bikin. Kesên heya niha polîtîka birêve birin û çinên ji vê feyde dîtin bila fedekartiyê bikin, ne kedkar.”