ENQERE - Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayip Temel, der barê qonaxa niha ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û diyar kir ku berfirehkirina qada siyaseta demokratîk û bicîhanîna rêziknameyên qanûnî ji bo çareseriyeke mayînde pêwîst in.
Cîgirê Hevserokatiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayip Temel, nîqaşên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşketinên piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan nirxand. Temel diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde berfirehkirina qada siyaseta demokratîk û bicîhanîna rêziknameyên qanûnî pêwîst in.
Temel bi bîr xist ku di ser banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibata 2025'an re zêdetirî salek derbas bûye û diyar kir ku ev bang ne tenê ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî ye, lê di heman demê de ji bo derbasbûna bo şêweyekî nû yê têkoşînê ye. Li gorî Temel, çareserî tenê dikare li ser bingeha siyaseta demokratîk, rêziknameyên qanûnî û rêxistina civakî pêş bikeve.
Temel got ku siyaseta demokratîk û rêxistina civakî di dilê modela ku ji hêla Ocalan ve hatiye pêşniyazkirin de ne û pirsgirêka Kurd ne bi rêbazên leşkerî, lê bi berfirehkirina qada siyaseta demokratîk û avakirina rêziknameyek demokratîk ku civak dikare xwe tê de birêxistin bike, dikare were çareserkirin. Temel destnîşan kir ku ev nêzîkatî wekî "paradigmaya civaka demokratîk" tê pênasekirin.
Temel her wiha diyar kir ku tevgera Kurd "neteweya demokratîk" wekî alternatîfek ji bo modela dewleta neteweyî pêşniyaz dike û got ku di vê modelê de, nasnameyên cuda dikarin di nav pergaleke demokratîk a hevpar de bi hev re bijîn û hebûna xwe biparêzin. Temel tekez kir ku daxwaza bingehîn a Kurdan ew e ku karibin bi nasnameya xwe, zimanê xwe û çanda xwe bi azadî bijîn.
Temel tekez kir ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya nasnameya etnîkî ye, meseleyek dîrokî ye ku di dilê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê de ye. Temel destnîşan kir ku Ocalan diyar kiriye ku aliyên siyasî û qanûnî yên pêvajoyê "pêdivî ne" û her wiha gotiğe ku çareserî ne tenê bi rêziknameyên teng ên ku Kurdan hedef digirin, lê bi veguherîneke demokratîk a ku hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn vedihewîne mimkun e.
Temel diyar kir ku polîtîkayên ewlehiyê bi tena serê xwe ji bo bidawîkirina pevçûnê têrê nakin û gavên qanûnî yên wekî garantiyên destura bingehîn, berfirehkirina derfetên temsîliyeta siyasî û xurtkirina azadiya derbirînê pêwîst in. Temel tekez kir ku bêçekbûn dê wateyeke mayînde nebe heya ku rêyên siyasî yên demokratîk neyên vekirin.
Temel sê hêmanên bingehîn ji bo çareseriyeke mayînde destnîşan kir: berfirehkirina qada siyasî ya demokratîk, pêkanîna reformên qanûnî û destura bingehîn ji bo misogerkirina hemwelatîbûna wekhev û çalakkirina rêxistina demokratîk a civakê.
Temel diyar kir ku pêşketinên li Rojhilata Navînê bandorê li pirsgirêka Kurd jî dikin û got ku ji ber girîngiya jeopolîtîk a zêde ya herêma ku Kurd lê dijîn, pirsgirêk êdî bi siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê ve sînordar nîne. Temel tekez kir ku xurtkirina siyaseta demokratîk dê rê li ber veguherîna civakî veke û aştiya mayînde tenê bi beşdariya çalak a civakê mimkun e.
MA / Selman Guzelyuz