‘Nûrî Aydin ji ber hevalê wezîr bû we ew kir rektor?’

img

ENQERE – Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, mijara hevalê wezîrê xezîne û darayiyê û profesorê salekê Nûrî Aydin ku beriya çend rojan wek rektorê Zanîngeja Stenbolê hat peywirdarkirin, bir meclisê. 

 
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû mijara profesorê salekê Nûrî Aydin ku beriya çend rojan wek rektorê Zanîngeja Stenbolê hat peywirdarkirin, bir meclisê. Tanrikûlû şert kesên ku bibin rektor bi bîr xist û diyar kir ku kesekî ku bibe rektor divê herî kêm 3 salan profesorî kiribe. Tanrikûlû bi daxwaza ku alîgirê serokkomar Fûat Oktay bibersivîne derbarê peywirdarkirina rektoriyê ya Aydin de pêşniyazpirsek pêşkêş kir. 
 
Tanrikûlû derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Tanrikûlû destpêkê guhertina têkildarî şert û mercên rektoriyê bi bîr xist û ev tişt anîn ziman: “Di guhertina derbarê şert û mercên rektoriyê de destpêkê şertê profesoriyê hat rakirin, lê paşê careke din şertê ku divê herî kêm 3 salan profesorî kiribe, hat. Beriya guhertina paşê hevalê wezîrê darayiyê û xezîneyê Nûrî Aydin ku tenê salekî profesorî kiriye, wek rektorê Zanîngeha Stenbolê hatiye peywirdarkirin, li gel ku şert û mercên rektoriyê hatine guhertin jî Aydin ji rektoriyê nehatiye girtin.”
 
Çend pirsên girîng ên pêşniyazpirsa Tanrikûlû wiha ne;
 
* Li gel ku Prof. Dr. Nûrî Aydin di 2017’an de bûye profesor, binasiya ku rektorê Zanîngeha Stenbolê çiye?
 
* Angaşta ku tê gotin Prof. Dr. Nûrî Aydin hevalê wezîrê darayiyê û xezîneyê rast e?
 
* Serlêdana Prof. Dr. Nûrî Aydin çawa hatiye girtin?
 
* Piştî derbasbûna Pergala Hikumeta Serokkomariyê derbarê rektorên ku nû bên peywirdarkirin dê nirxandinên çawa bên kirin?