Temellî: Em ê muxalefetê bi parlamentoyê sînordar nekin

img
WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temllî, diyar kir HDP dê hemû mûxalifeta xwe nexe parlamentoyê û got: "Berevajî, emê li tevahiya Tirkiyeyê mafê xwe biparêzin, têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin û em ê muxalifetê li hemû qadan bihûn in." 
 
Kampa HDP’ê ya Wanê ku ji bo diyarkirina polîtîka û têkoşîna HDP’ê ya dema nû, bi beşdariya hevserok û hemû parlamenteran tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî ku beşdarî kampê bû têkilarî mijarên di rojevê de ji Ajansa Mezoptamyayê (MA) re axivî û nirxandinên girîng kir. Temellî diyar kir ku nav û penasekirina pergala ku piştî Hilbijartina 24’ê Hezîranê ketiye meriyetê ne diyar e û wiha got: “Ji ber vê ne diyarbûnê rewşeke ku welatê nikare bi rê ve biçe, li holê heye. Navê vê rewşê jî krîza rêveberiya welat e. Bi kanîneya ku hatiye avakirin jî ne pekan e ku ev kriz ji holê bê arakirin.”
 
Temelî da zanîn ku pergala hatiye avakirin eleqeya xwe bi siyaseta Tirkiyeyê re tune ye û ev tişt anîn ziman: “Pergala hatiye avakirin berhema zihneyeteke tekparêz e. Ji ber vê yekê niha Tirkiye di krîza rêveberî, siyasî, civakî de ye. Ji ber ku nikaribin welat bi rê ve bibin dê zilm û zordariya xwe ya li ser civakê zêde bikin û rageşiya din av civakê de zêde bibe.” Temellî destnîşan kir ku desthilata têkparêz desthilata şer û nelirêtiyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berdewamkirina şer û nelirêtiyan çavkaniyên jiyanê yên desthilata ku îro hatiye avakirine. Desthilata AKP’ê dixwaze aboriya nelirêtiyê berbelav bike û bi vê yekê xwe li ser pêya bêle. Ev yek jî dê Tirkiyeyê ber bi têkçûneke mezin ve bibe. Divê em rojek zûtîr xwe ji vê tunelê rizgar bikin.
 
Temellî, da zanîn ku ev pergal nikare bê OHAL’ê bê birêve birin û wiha bilêv kir: “Pergala bi feraseta tekparêziyê nikare bê OHAL’ê bê birêve birin. Bê OHAL’ê nikarin. Li şûna OHAL’a 3 mehan dirêj dikin, pergala OHAL’ê ya 3 salan direj kirin pêş xistin. A rastî OHAL tê asayî krin û dixwazin hemû mirov OHAL’ê asayî bibînin. Rayeyên dan walîtiyan, bi her awayî mafên demokratîk bi sînor dikin û profîleke walitiyan derdikeve pêşberî me. Ev jî dide nîşandan dê OHAL’ê daîmî bikin. Ji ber ku pergala heyî nikare bêyî OHAL’ê li ser piyan bimîne.” 
 
Temellî, bal kişand ser hilbijartina herêmî ya pêş û wiha rêz kir: “Ketina AKP’ê di hilbijartina herêmî de, dê bê astek hîn xirabtir. Di serî de HDP, dê hemû partiyên mûxalif dê di hilbijartina herêmî de bi ser bikevin. HDP dê dîsan serkeftinek baş bi dest bixwe û dê qeyûman li ser vê erdnîgariyê bavêje.” 
 
DI HEMÛ QADAN DE DÊ MUXALIFETÊ BIHÛNIN 
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Desthildarî ji Meclîsê reviya. Yanî rêveberî ji derveyî Meclîsê avakirin, tê wateya ji Meclîsê rev. Tim KHK derxistin û bi vê yekê Tifaqa Cumhur avakirin. Li gorî vê jî hilbijartineke amade kirin. Em di şert û mercên OHAL’ê de çûn hilbijartinê. Hemû derdê wan ewbû ji Meclîsê birevin û Meclîsê bêwate û bênirx bihêlin. Bêguman HDP dê hemû mûxalifeta xwe neke parlamentoyê. Berevajî, dê li tevahiya Tirkiyeyê mafê xwe biparêze, têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bike û em ê muxalifetê di vir de bihûnin.  
 
TEKANA HÊZA MUXALÎF HDP YE
 
Temellî, da zanîn ku tekane hêza muxalîf a li dijî desthilatdariyê HDP ye û wiha domand: “Partiya muxalîf a rast emin. Ji ber  ku li Tirkiyeyê du alternafît hene. Yek feraseta tekparêz û rejîma yekzilamiye û ya duyan jî feraseta demokrasiya radîkal a HDP’ê ye. Siyaseta Tirkiyeyê dinavbera van her duyan de teşe digire. Ji ber vê yekê desthilatdar evqasî êrîşî HDP’ê dike, dijminantiya HDP’ê dike û hewl didin wekîlên HDP’ê terorîze bike. Heya niha jî wisan dikirin û dê ji vîr û şûn de jî dê êrîş bikin. Bêguman dê nekarin hejmara wekîlên me kêm bikin. Ji ber ku cardin mafê destnedayînê qezenc kirin. Lê ev pêjavo dê derbas bibe, pêkanînê bêmaf û bêhiqûqî bi dawî bibin.”
 
‘EMÊ TIM ÊŞ Û KEYFXWEŞIYÊN GELÊ XWE PARVE BIKIN’
 
Temellî, bal kişand ser lêpirsînên derbarê parlementerên HDP’ê de hatin vekirin jî û wiha pê de çû: “Bêguman mê hevaltiya  êş û keyfxwiya  mirov û gelê xwe bikin. Bi taybetî di rojên bi êş de emê ligel gelê xwe bin. Em partiyek siyasî ya hilbijêrên wê hene û emê tim êşên hilbijêrên xwe parve bikin. Ev ne sûce. Derbarê vê de lêpirsîn vekirin, tê wateya ku ji hewtewarbûnê dûr ketine. Ev qedandina wijdanê ye. Carek din eşkere  bû ku darazê bêalîtiya xwe û serbixwetiya xwe winda kiriye. Ji ber ku Leyla Guven HDP’i ye bernadin. Li dijî HDP’ê hiqûq û nêzîkatiyek cuda heye. Guven bi vîna gelê Colemêrgê bû parlamenter. Ew nûnerê wî geliye û divê bê berdan.”
 
Temellî, pêkanînên tecrîtê rexne kir û wiha got: “Şert û mercên tecrîtê berdewam dikin. Ev pirsgirêka herî cîdî ya Tirkiyeyê ye. Li holê pirsgirêka Kurd heye. Lê desthilatdar dibêje ‘pirsgirêka Kurd tuneye.’ Em jî dibêjin pirsgirêka Kurd heye. Heya ev pirsgirêk çareser nebe, pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî çareser nabe. Bi salane em vê tînin ser ziman. Heya ku pirgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka demokrasiya welat jî çareser nabe. Di feraseta desthilatdariyê de şer heye. Êrîş, zext, şer, dijminantî û netewperestî heye. Ji xwe desthilatdar li ser şer xwe mezin dike. Berî hilbijartina 24’ê Hezîranê tim Qendîl anîn rojevê. Xwestin li ser vê yekê dengên xwe zêde bikin. Nêrîna wan eve.”
 
'DIXWAZIN RAGEŞIYÊ BIXWIN NAVA GEL'
 
Temellî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mijara Efrînê li ber me ye. Îro li Efrînê şeriat heye. Dengên mexdûrên Efrînê her  roj bilind dibin. Bi çeteyên OSO re mafê jiyana gelê Efrînê xesp kirin. Mirov ji cih û warên wan kirin. Hemû mal û milkê gel talan û wêran kirin. Ji ber hêviyên wan ji şerê Efrînê hebû. Wan bixwe jî îtîraf kirin û gotin ‘Kelecaniya Efrînê derbas bû, negiha heya hilbijartinê.’ Di hilbijartinê de mijara Qendîlê kirin rojeve. Niha li pêş me hilbijartina herêmî heye. Heya hilbijartina herêmî dê şer, tundî û êrîşan ji rojevê dernexîn in. Ji bo ser pirsgirêkên hikûmetê yên heyîn bigirin, dê polîtîkayên şer, zimanê şer û feraseta şer berdewam bikin û hewl bidin bi vê yekê rageşiya bixin nava gel û civakê.”
 
MA / Ozgur Paksoy - Mujdat Can