Bûldan: Em ê li cem malbatên xwe bin

img

WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê axivî û got: “Nexşerê ji bo gelê me û siberoja Tirkiyeyê xwedî wate û girîngiyê ye. Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşînê xurt bikin. Em ê li cem malbatên xwe yê zarokên wan jiyana xwe ji dest didin bin.” 

 
Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo peywîrdarkirin û nexşerêya nû ya HDP’ê li Wanê ketin kampê. HDP'ê di roja duyem a kampê de li Otela Merit a li navçeya Artemêtanê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Di destpêka civînê de Parlemetera HDP’ê ya Wanê û endama MYK’ê Bedîa Ozgokçe Ertan axivî û bibîr xist ku Leyla Guven a bi vîna gelê Colemêrgê hatî hilbijartin hê girtiye û got: “Sedema vê jî rêz nedayîn vîna gelan e. AKP wê li pêşberî gel hesa b dide. Divê bi lezgîn Leyla Guven bê berdan.
 
'NEXŞERÊYA ME JI BO SIBEROJA WELÊT GIRÎNG E’
 
Piştî Ertan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser rojeva civîna xwe û mijarên di rojeva Tirkiyeyê de axivî û wiha got: 
 
“Ji bo em nexşerêyek, polîtîkayeke dema pêş amade bikin li vir kom bûne. Em ê pêkanînên di dema hilbijartinê de û mercên Rewşa Awarte û serketinê me ya di 24’ê Hezîranê de bi dest xist li vir binirxînin. Ya girîng ji bo me ew e ku em ê ji niha û şûn de çi bikin. Gelên Tirkiyeyê li benda me ye bê ka em ê çi bikin. Em ê di nava van 3 rojan de binirxînin. Nexşerê ji bo gelê me û siberoja Tirkiyeyê xwedî wate û girîng e.” 
 
QETLÎAMA PIRSÛSÊ
 
Duh salvegera Komkujiya Pirsûsê bû. Mirov ji bo şehîdên Pirsûsê bibîr bîne li Pirsûsê kom bûn. Mudaxele hatin kirin, heval û hogirên em hatin binçavkirin. Em daxwaz dikin ku yê duh hatine binçavkirin bi lezgîn bê berdan. Carekî din sersaxiyê ji malbatan re dixwazim.
 
 ‘EM Ê LI DIJÎ OHAL’Ê YA MAYÎNDE TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’
 
Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de derket holê ku Tirkiyeyeke bê HDP nabe. Ev rastî carekî din derket holê. AKP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê fersend dît û pêkanîn der qanû û mirovî li ser civakê da kirin. Em niha di pêvajoyeke ku siyaseta demokratîk bilind bikin de ne. Qanûnê duh li Meclîsê hatin erêkirin Rewşa Awarte kirin mayînde. Rewşa Awarte ya demkî hate rakirin, Rewşa Awarta ya mayînde hat. Em ê li dijî Rewşa Awarte ya mayînde têkoşîna xwe bidomînin.
 
Bêhiqûqî û kiryarên der mirovî yên AKP’ê em ê di pêvajoya nû de jî tim bikin rojev. Di vê wateyê de parastina mafê jin, zarok û gelan ji bo me erkeke girîng e. Em ê derbazî qonaxekî ku polîtîkaya derve ya aştiyane biparêzin bibin.
 
LEYLA GUVEN REHÎN TÊ GIRTIN
 
Îro hê jî Leyla Guven di girtîgehê de ye. Leyla Guven a bi vîna gelan hatî hilbijartin îro li girtîgehê rehîn tê ragirtin. Em vê napejirînin û dawaz dikin ku bi lezgîn bê berdan.
 
BEŞDARBÛNA MERASÎMÊN CENAZEYAN
 
Gelên Tirkyeyê şer naxwazin. Gelên Tirkiyeyê aştî û azadiyê dixwazin. Di vê mijarê de erkekî mezin dikeve ser milê me. Hevalên me çûn serdana konê sersaxiyê. Ev di çanda me de heye. Ev erk û berpirsyariyên me ne. Kî/ê li kû jiyana xwe ji dest bide emê biçin konê sersaxiyê. Di vê pêvajoya şer ku mirov jiyana xwe ji dest dide de, erkê herî mezin e ku em biçin gel malbatên wan û berpirsyariyên xwe binin cih.”
 
ÎŞKENCEYA LI WANÊ
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êşkenceya li Wanê û got: “Li Wanê ji heman malbatê 7 kes destgîrkirin û êşkence kirina wan carekî din rastiya polîtîkayên AKP’ê radixe ber çavan. Eger ku li vî welatî, edalet, hiqûq heye tişta pêwîst wê bê kirin, lê kes nayê êşkencekirin. Em ê li gel mirovên ku hatine îşkencekirin bin.”
 
Piştî axaftina Bûldan civîna HDP'ê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.