Berdevkê HDP’ê Oluç: Dixwazin OHAL'ê mayînde bikin

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç der barê pêşnûme qanûna ku AKP’ê piştî rakirina Rewşa Awarte dixwaze bixe meriyetê axivî û got AKP’ê dixwaze pekanînên Rewşa Awarte di pêşnûme qanûnê de bi cih bike û bi vî rengî Rewşa Awarte mayînde bike. 

 
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Oluç wek berdevkê partiya xwe cara yekemîn li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Oluç di destpêka axaftina xwe de 33 cîwanên şoreşger ên ku beriya 3 salan dema dixwestin derbasî Kobanê bibin û li Pirsûsa Rihayê ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, bi bîr anîn. Oluç destnîşan kir ku di ser bûyerê de 3 sal derbas bûye û wiha got: “Yakûp Şahîn di doza Pirsûsê de ji derve de tê darazandin. Lê 9 gazî û şahidê bûyera Pirsûsê niha girtîne.  Hin parêzerên doza Pirsûsê jî niha girtîne. Doza Pirsûsê di heman demê de mînaka qetilkirina hûqûqê ye. Divê pêngavên ku van bêhuqûqiyan ji holê rakin bên avêtin, berpirsyarên siyasî û îdarî yên bûyerê derkevin holê û bên darazandin.”
 
‘KAMÎL ACAR Lİ KUDERE?’
 
Oluç bal kişand ser revandina karsaz û endamê berê yê HDP’ê Kamîl Acar û ev tişt anîn ziman: “Ji duh ve me bi çend rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîne. Lê hê jî me agahiyeke têrker ji rayedaran negirtiye. Li Amedê parêzer û malbatê bi TEM’ê re hevdîtin pêk aniye. Li vêderê jî agahiyeke têrker nehatiye bidestxistin. Em bi rewşeke têje pirs re rû bi rû ne. Pergala şopandina plaqeyê dema ku wesayît hatiye dîtin wesayîtê ji cihê bûyerê cudatir li cihekî din daye nişandan. Li gorî şahidan wesayît bi qasî 2 kîlometroyan dûrê qereqola Pirînçlîkê hatiye dîtin. Em bang li rayedarên îdarî yên berpirsyar dikin ku em dixwazin aqûbeta Acar hîn bikin.” 
 
‘BI RAKIRINÊ RE OHAL’Ê MAYÎNDETIR KIRIN’ 
 
Oluç bal kişand ser teklîfa sererastkirina piştî OHAL’ê ya li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hevdîtina wê tê kirin û got: “Du sal berê niha rojek wek îro OHAL îlan kiribûn û du salan vî welatî bi KHK’yan birêve birin. Di du salan de desthilatdariya siyasî her kes ji xwe re kir hedef û du salên dijwar me li pey xwe hişt. OHAL hatiye rakirin, lê belê OHAL’ê bi pêkanîn nû re mayînde dikin. Dixwazin OHAL her wext bihêlin û Tirkiyeyê bi pergala OHAL’ê birêve bibin. Bi van sererastkirina re rayeya berfireh didin waliyan. Ev rewş herî kêm li dijî 3 xalên makezagonê ye. Di serî de xalên 2, 5, 15 û 18 ev qanûn li dijî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û Peymana Venedîkê ye. Kesek li Qesrê rûniştiye dê bi waliyên 81 bajaran re li cihê bixwazin OHAL’ê birêve bibin. Em ê jî li dijî pergala mayîndekirina OHAL’ê bi her awayî têkoşîna hiqûqî bidomînin.”