HDP’ê li Wanê ket kampê: Em ê xeta têkoşîna xwe diyar bikin

img
 
WAN – Parlamenterên HDP’ê li Wanê ketin kapma 3 rojan. Di roja ewil a kampê de jin li hev kom bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di kampê de axivî û got: “Em ê di kampê de xeta têkoşînê diyar bikin. Em ê li dijî rejîma yekperest têkoşînek xurt a jinan bidin destpêkirin.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo xeta polîtîk a siberojê diyar bike li Wanê dest bi kampa 3 rojan kir. Kampê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û parlamentere jin ên HDP’ê dest pê kir. Kamp li Otela Merît a li navçeya Artemêtanê ya Wanê pêk tê. Buldan axaftina vekirinê ya kampê kir û behsa girîngiya kampê kir û got: “Em ê di pêvajoya vê kampê de tiştê me kir û nekir û rîsk û talûkeyên li benda wan nîqaş bikin. Em ê di vê kampê de nexşêrêya xwe zelal bikin. Em ê xeta xwe ya têkoşînê diyar bikin.” 
 
33 CIWANAN BI BÎR ANΠ
 
Buldan di destpêka axaftina xwe de 33 ciwanên sosyalîst ên di Komkujiya Pirsûsê de di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê di encama teqîna DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û wiha got: “Em carek din ji 33 ciwanên xwe re sersaxiyê dixwazin û ji malbatê wan re sebr û hedanê dixwazin. Li gel kul i welêt qêrîna edaletê bilind dibe jî lê bes hêj edalet pêk nayê. Qatilan dernexistin pêşberî darazê. Me şahidiya pêvajoyek kujer tên parastin kir. DAIŞ’ê bi hevkariya dewletê komkujî pêk anî û berpirsên komkujiyan dernexistin holê. Heke kujerên wê komkujiyê bihatana darizandin, dê komkujiyên li pişt wê pêk nehatana. Dibe ku 33 mirov ji nava me koç kiribin lê belê ew tu demê ji hişê me derneketine. Em carek din ji malbatan re sersaxî dixwazin.” 
 
PARTIYA TEMSÎLIYETA JINAN 
 
Buldan anî ziman ku wan di pêvajoyek dijwar a li welêt de hilbijartinek girîng derbas kirin û wiha dewam kir: “Me di serdema OHAL’ê de bi biryara rêveberiyek qet ne rewa di 24’ê Hezîranê de têkoşînek dijwar birêve bir. Hemû kesî têkoşînek bêhempa da. HDP bi serkeftinek mezin bendê hilweşand û bi ser ket. Di civîna 3 rojan de em ê hemû kêmasiyên xwe binirxînin û ev nirxandin jî berpirsyariya me. Di serdema OHAL’ê jinan jî li ber xwe da û bi nûnertiya ji sedî 38 encam bi dest xist û serkeftinek mezin e. Partiya herî zêde ku temsîliyeta jinan derxist HDP bû. Divê em diyar bikin ku me li gorî encama difikirî temsîliyeta jinê bi dest nexist. Lê serkeftina jinan jî li ber çavan e. Çimkî jin û ciwanan têkoşînek bêhempa dan. Em spasiya xwe ji hemû jin û ciwanan re û ji yên girtî re dikin. Em spasiya hemû rêxistinên jinan ên di hilbijartinê de piştevanî dan me jî dikin.” 
 
‘LI DIJÎ REJÎMA YEKPERESTÎ TÊKOŞÎNA MEZIN’ 
 
Buldan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyariyek dîrokî dikeve ser milê HDP’ê û wiha axivî: “Em li welêt bi rejîma dijminê jin û kedê re hevrû ne. Lê li dijî vê yekê rêxistinek jinan a xurt heye. Em ê li dijî rejîma yekperestî di rojên pêş de pêvajoya têkoşînek mezin bidin destpêkirin. Me xetek danî riya pêşiya xwe. Em ê vê xetê li pêş bixin. Wekheviya jin û zilaman me li her qada jiyanê xistiye meriyetê. Em soz didin jinan dê tu kes nikaribe peşkê li têkoşîna me bixe. Em bi her awayî li cem tengezarî û pirsgirêkên jinan in. Herî zêde jin di rojeva me de ne û em li maf û azadiya jinê xwedî derdikevin. Em bûn deng û hêza jinan. Ji vê gavê şûndetir hin bêtir erkên mezin dikevin ser milê me jinan. Erka mezinkirina muxalefeta demokratîk dikeve ser milê jinan. Di van rojên darî de pêdivî bi roniya jinê heye. Jin wê tu demê destûrê nede pergala faşîst a dîktatoryal. Em li silav û hezkirinên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Divê demildest Leyla Guven bê berdan. Em hemû hevalên xwe yên bêhiqûqî girtî ne di nav xwe de dixwazin.” 
 
Piştî Buldan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.