Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike

img
ENQERE - Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û got: "Dirêjkirinên 3 mehî diqedin lê vê carê dirêjkirinên 3 salî têne destpêkirin." 
 
Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da û li ser mijarên rojevê axivî. Bîlgen li ser guherîna piştî Rewşa Awarte ku sibê li Komîsyona Dadmendiyê wê were gotûbêjkirin got wê Rewşa Awarte mayinde bibe û wiha dewam kir: "Her çendî mîna ku qedîna Rewşa Awarte were gotin jî tenê dema Rewşa Awarte diqede û Rewşa Awarte tê mayinkirin. Tê xwestin ku rejîma Rewşa Awarte li pergala hiqûqê ya Tirk were zêdekirin.’’ Bîlgen her wiha got, ‘’Di rewşeke wiha de ku pesn tê dayin ku wê rewşa jidiyayî were rakirin, em bi hewldaneke wiha re hevrû ne ku guherînên ji rêveberiya jidiyayî û servekirî bikin xwedî statûyeke hiqûqî."
 
‘DIRÊJKIRINÊN 3 SALÎ DESTPÊ DIKE' 
 
Bîlgen diyar kir ku teklîfa guherînê ya piştî Rewşa Awarte ku wê were Meclîsê bi rengekî vekirî hêlên dijî destûrê di xwe de vedihewîne û got: "Guherînên wiha hene ku rejîma personel a Tirkiyê wê bi temamî biguherîne û pênebaweriyê mayinde bikin. Ev bi hincetên ku 'em li dijî darbeyê têdikoşin’ nayê vegotin. Dirêjkirinên 3 mehî diqedin lê vê carê dirêjkirinên 3 salî têne kirin." 
 
Bîlgen axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Guherîna ku tê ber me, guherîneke wiha ye ku rayeyên di Rewşa Awarte de jî nîn in, tê de hene. Siyasetmedarek, nûnerekî rêxistina demokratîk, nûçegihan, akademisyen, dema ku ji bo xebatê, lêkolînê çû bajarekî, walî wê bikaribe destûrê nede. Ev sepanîneke Israîlê ye. Bêyî ku em bibêjin wê li dijî kê û li ser kîjan herêmê were kirin, divê ji hêla rêgezî ve em li dij vê rawestin."