HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin

img

STENBOL – HDK’ê encamnameya civîna Meclîsa xwe ya Giştî aşkere kir û got: “Di serdema nû de li şûna parlamentoyê divê kolan bêtir esas bê girtin. Ji dema berê cudatir rêxistinbûyîna kolana lazim e.” 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 15’ê tîrmehê de li Stenbolê civîna Meclîsa xwe ya Giştî li dar xist. HDK’ê encamnameya civînê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de li ser encamên hilbijartinê nîqaş kirin, geşedanên siyasî û civakî nirxandin û plansaziya serdema pêş derxistin. 
 
HDK’ê di encamnameyê de banga beşdariya danişîna doza Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu ya dê di 19’ê tîrmehê de li Enqereyê bê dîtin kir. 
 
Encamnameya HDK’ê wiha ye: 
 
“* Me di beriya hilbijartinê jî gotibû hilbijartina pêk hat ne wekhevî ye û adilane pêk nehatiye. Me girîngî dabû ser hilbijartinê û ji bo îradeya gel xwe di sindoqan de bide nîşandan me girîngî dabûyê. Me tespît kir ku îradeya gel a di hilbijartinê e bi rêbazên cuda hatin astengkirin. 
 
* Beriya hilbijartinê AKP’ê bi tifaqên xwe re sererastkirinê hiqûqî ji bo qezenckirina xwe zemîn jê re amade kir. Rêbazên bertilê xist dewrê. Beriya hilbijartinê Koma Medya Doganê hat firotin û viya her tiştî aşkere kir ku ji bo hilbijartinê bide xebitandin. Hat xuyakirin ku wê hilbijartinek adil jî pêk neyê. Tenê OHAL dide nîşandan ku hilbijartin ne rewa bûye. 
 
* Li gel hemû neyîniyan û hemû derfetên dewletê hatin bikaranîn jî HDP bi hêzek mezin bi ser ket û dengê xwe bilind kir. HDP’ê li dijî hêza faşîst zemîna avakirina hêza yekîtiya demokratîk bûye rola pêşeng. 
 
* Bijartina kabîneyê û geşedanên ji niha ve diqewimin dide xuyakirin ku dê siberoj çawa teşe bigire. Kabîneya ava bû kabîneya şer û rantê ye. 
 
* Rêveberiya dewletê ya nû bi ‘mantiqê şirketê” tevdigere û navê vê kabîneyê kabîneya bazirganiyê ye. Ev pergal û kabîne rê li ber hemû polîtîkayan girt û dê bibe sedemê xerabûna şert û mercên jiyanê, kedkar û karkeran. 
 
* Tevî hemû hîle û zextan jî ya qezenc kir HDP ye û gel û ciwan bi ser ketiye. Di kabîneya nû de ya balkêş jî ew e Wezareta Jin û Polîtîkayên Malbatî ya Civakî bi Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî re guherindin. Ev jî dide nîşandan her ku diçe navê jinan didin tunekirin. Bi rejîma nû re wezareta malbat û xebatê kirine yek. Ev jî nîşaneya ku dê li dijî jin û kedkaran çiqas şidet zêde bibe ye. Dixwazin bi wezaretek nû û kanûnên nû îstîsmarkirina li ser zarokan û tundiya li ser jinan zêde bikin û bi van cezayan jî sûcdaran biparêzin. Anîna rojeva cezayê darvekirinê û xesandinê jî ne çareserî ye û îstîsmar, êrîş û tecawiza li dijî jin û zarokan ne bi van cezayan dê bi perwerdehiya civakî û li gorî hiqûqa gerdûnî bê çareserkirin. 
 
* Cezayên ji bo patronên 301 karkerên madenê qetil kirin hat dayîn, carek din nîşan da ku çiqasê nirx didin jiyana karkeran. Em malbatên karkeran ên li dijî vê bêedaletiyê dimeşin Enqerê silav dikin. Li aliyê din di rojên derbas bûyî de li Çorlu jî karesat mezin a trênê rû da. Ji ber astengiyên xizmetdayîna muhendîstan, karesatek wiha rû da. Di vê roja bi êş de, AKP û Qesrê weke ku tiştek nebûye tevgeriyan û qet nefikirîn ku bernameyên xwe îptal bike.
 
* Meclîsa me ya Giştî, dê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û dîktatoriyê bi awayekê xurt bimeşîne û bilindkirina têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê dê weke erka xwe ya sereke esas bigire. Hat tespîtkirin ku pêdivî bi tîfaqa beşên civakî û siyasî ya ji bo têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê heye. Pêwîstî heye ku têkoşîna civakî derbikev holê û em bi berpirsiyartiya bilind kirina wê re rû bi rû ne. Di bingeha hemû pirsgirêkan de ne demokratîk bûyîn heye. Ji ber vê çareseriyek mayîn de ya li dijî pergala serokatiyê û rejîma yekzilamî, di avakirina komara demokratîk re derbas dibe. Divê Meclîsa me ya Giştî bihevrebûna aktorên siyasî û civakî yên berî hilbijartinê avakir, li gorî pêdiviyan berdewam bike û bi van hêzan re bi perspektîfa avakirina meclîsa gel tevbigere û ji herêmê ber bi giştî ve bikeve nava tevgerê. 
 
*HDK di ferqa berpirsiyartiyên xwe yên mezin kirina heviyan de ye. Dê hewldana xwe ya rêxistinbûyana qadên civakî berdewam bike. Bi vê armancê, dê meclîsên herêmî ava bike û xebatên bi hêz kirinê berdewam bike. Serdema nû, di heman demê de, serdema avakirina rêxistinbûyînên civakî yên alternatifin. Di serdema nû de ji parlamentoyê zêdetir, divê dengê kolanan bê esas girtin. dengê kolan jî, divê ji berê zêdetir bi awayekê cuda bên rêxistinkirin.
 
*Piştî bajarê aştiyê Efrîn hat dagirkirin û şûn de, ji bo bi dawî kirina dagirkerî û şer civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevberdevkê me Onur Hamzaoglu, hevparên HDP û HDK’ê beşdarî vê civînê bûn û bertekên xwe nîşan dan. Hevberdevkê me  Onur Hamzaoglu, hevberdevkê HDP û HDK û Alîkara Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî bi vê hincetê hatin girtin. Her du hevalên me ji 17’ê Sibatê ve girtîne û danişîna wan a destpêkê di 19’ê Tîrmehê dê li Enqerê bê dîtin. 
 
*Meclîsa me ya Giştî, bang li hemû hevparên me û hêzên demokratîk dike ku bi armanca piştevaniyê roja 19’ê Tîrmehê li Enqerê beşdarî danişînê bibin. Roja Pênçşemê di 19’ê Tîrmehê de, em ê bi hemû hêzên demokratîk re bi awayekî girseyî li Enqerê kom bibin.”