Koçyîgît: Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan agahî nastînin

img
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 19 salin tê girtin û got: "Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha em tu agahî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nastînin. Tenê di 11'ê Îlona 2016'an de Mehmet Ocalan carekê hevdîtin kir û wekî din em tu  agahî nastînin. " 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) 4'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 8'emîn li avahiya giştî ya Stenbolê pêk anî. Di civînê de pêvajoya siyasî û hilbijartina derbasbûyî nirxandin. Li salonê pankarta “Ji Hevserokê me Onur Hamzaoglu re azadî" vekirin. Di civînê de Berdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ewil Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çiçek û Akif Yılmaz ên di rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Koçyîgît, diyar kir ku di sala 1980'an serdema darbeya leşkerî de gelek bêhiqûqî hebûn û wiha gotn: "Lê Kemal Pîr û hevalên xwe li dijî van bêhiqûqiyê rawestiyan û rêya têkoşîna azadiyê vekir. Em Kemal Piran bi rezdarî bibîr tînin. Têkoşina wan îro sedema hebûna me ye. Encama hilbijartina 24'ê hezîranê pir girîng e. Hilbijartina di serdema OHAL'ê de pêk hat qet ne rewa ye. Vîna gel li meclîsê nehatiye xuyakirin. Piştî Hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, li dijî muxalefetê darbeya esasî pêk hatiye. Serokwezîrê berê Binali Yıldırım got 'Tişta herî zêde em jê bêzar bûn 15 Tîrmehê bû. Lê Erdogan jî 15'ê Tîrmehê wekî "lutuf" dibîne. 
 
MECLÎS KIRINE NOTER 
 
Koçyîgît, bal kişand ser rewşa meclîsa nû û bilêv kir ku meclîsa niha bûye wekî noterê û tu fonksiyona wê nemaye û wiha got: "Ji bo me çareserî demokrasiya radîkal e. Divê gel raste rast vîna xwe bide xuyakirin û bibe xwedî vîn. 
Kabîneya nû bûye şîrket. Ev di qada azadî û demokrasiyê de tiştekî bi xwe re nîne. Pergala nû alikirê rant û sermayedaran e. Mixabin wezareta Jinê kirin Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatnê. Wezareta Polîtîkayên malbat û jinê jî niha bi Wezareta Xebatê ve girêdan. Di vê pêvajoya ku jin rastî tundî, tacîz û tecawizê tê, hişmendiya heyî li Tirkiye jinê tenê xekî xizmetkara malbatê dibîne. Guhertina wezaretê nayê qebûlkirin. 
 
OCALAN DI BIN TECRÎDÊ DE YE 
 
Koçyigît, biryara beraata Sedat Peker ê akademisyenên aştiyê tehdît kir û niha serbest digere jî rexne kir û wiha berdewan kir. "Daraza Tirkiye sûcê xurdeyê mafya  Sedat Peker veşart û ser bincil kir. Birêz Hevserokê me Onur Hamzaoglu  jî ji ber aştî xwest niha girtî tê darizandin. Li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan  di hucreyê de tê girtin û agahî ji ewlehî û tenduristiya wî nayê girtin. Tenê malbat di 11'ê Îlona 2016'an de çûn hevdîtinê. Ji bilî wê ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha agahî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan nayê girtin. Dema em li vê rewşê binerin em dizanin ku kî çawa dewletê bi rêv dibe û xizmeta kê dike. Ji bo em karibin bi faşizma reş re têbikoşin divê bêtir em bi hevre têbikoşin Ji bilî têkoşîna hevpar û yekpare şens û rêyên me tune ne." 
 
 
Koçyîgît, bal kişand ser doza Soma û wiha bi dawî kir: "Biryara der barê Soma de hat dayîn hem dil û hem jî wîcdan birîn kirin. Hestiyê miriyan cizirand. Em malbatên ku meşiyan Enqereyê silav dikin. Lêgerîna Edaletê tenê li salonên dadgehê pêk nayê. Divê tekoşîna civakî bê pêş xistin. Li şûna hikûmet niqaşa darvekirinê dixe rojevê divê saziyên zarok û jinan vekin û xizmeta zarok û jinan mezintir bikin. 
 
Di 19'ê Tîrmehê de danişîna doza Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu dê bê dîtin. Em bang li her kesî dikin ku tev li danişînê bibin."