Kemalbay a HDP'î: Bi biryara Soma edalet bin ax kirin

img
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bal kişand ser biryara der barê doza Somayê û wiha got: "Biryara hatiye dayîn girêdayî kabîneya nû ye. Bi vê biryarê komkujî rewa û asayî kirine. Bi vê biryarê hikûmet li pişt sermayedaran sekiniye. Bi vê biryarê edalet bin ax kirin." 
 
 
Di 13'ê Gulana 2014'an de li Navçeya Soma ya Manîsayê li Kana komirê facîa pêk hat û 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dan. Doza der barê xwediyê kana komirê de hat vekirin di 11'ê Tîrmehê de bi biryarê bi encam bû.  Biryara hat dayîn malbat û parêzerên mexdûran tatmîn nekir. Malbat ji bo daxwaza "Edaletê" ji Soma deketin rê û çûn Enqereyê. Têkildarî dozê û biryara dadgehê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê Serpil Kemalbay nirxandin kir. Kemalbay, anî ziman ku komkujiya Soma, hem li cîhanê û hem jî li Tirkiye komkujiya herî mezin ya karkeran e û wiha got: "Di lêgerîna edaletê de heyeta dadgehê piştî 4 salan, bi awayekî bê edalet biryar da. Bi vê biryarê îmze avêt bin biryara li dijî edaletê. Hikûmeta heyî hewl da dozê di nava demê de bide ji bîr kirin. 'Polîtîkaya bêcezabûnê' pêş xist. Hikûmet bi polîtîkayên xwe piştgiriyê dide sermayedaran. Şîrketa Komirê ya Soma ku îhaleya vê kanê ji şîrketa berê dewir girt, rapora der barê kanê de hatiye amadekirin ji ber maliyeta wê zêde bû xist bin merşê û veşart. Lijneya Teftîşê ya venêrtinê jî ev pêvajo li ber çavan negirt. Ji ber vê yekê divê Lijneya Teftişê ku erka xwe ya kontrolê pêk neanîye jî berpirsiyar e. " 
 
'MUDAXALEYÎ HIQUQÊ KIRIN' 
 
Kemalbay, bal kişand ser bandora rayedarên siyasî û Serokomar û wiha lê zêdekir: "Em di 9'ê Tîrmehê de tev li danişîna dozê bûn. Dadgerên dozê ji ber daxuyaniya hikûmetê di nava rageşiyê de bûn. Di 10'ê Tîrmehê de Serokomar dê sond xwaribaya. Bi hinceta tenduristiya dadger danişîna dozê taloqî 2 roj şûnde kirin. Ev bi xwe nîşan dide ku çiqas mudaxaleyî hiqûqê kirine. Bi biryara 11'ê Tîrmehê 301 karkerên di kana komirê de jiyana xwe ji dest dabûn dubare defin kirin. Êşa Soma dubare bi malbatan dan jiyandin. Di bûyera Soma de bi zanebûn sûc hatiye kirin. Divê bi sucdariyê bi zanebûn bên cezakirin. Parêzeran jî ev yek xwest. Lê wekî ku tesaduf û qeder be nêzîk Bûne. Ev bi tevahî ji ber sersarî û nevenertinê pêk hatiye. Ev bêcezakirin e. Bi vê biryarê patron bi qasî dixwaze dikare karkeran bike kole û li ser wan metîngeriyê bike. Dikare zext û zorê li wan bike û keda wan bixwe. Dikare di nava şert û mercên herî giran de bide xebitandin. Bi vê biryarê bêedaletiyek pir mezin pêk hatiye. Bi vê dozê edalet binax kirin. Ger ku venêrtin neyê kirin ev cînayetên bi vî rengî dê berdewam bike. Bi vê biryarê hikûmet û îktîdara siyasî li pişt karsaz û sermayedaran sekiniye. Divê sendîka bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê karker bêtir li mafê xwe xwedî derkevin û bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê karker bi enerjiyek mezintir tev bigerin û bi hevre têkoşîna xwe ya rêxistinî xurt bikin. Piştî Serokomar Erdogan kabîneya nû ava kir ev biryar hat dayîn. Ev biryar girêdayî avakirina kabîneya nû ye. Di pêvajoya OHAL'ê de hilbijartinek bê hiqûq û ne rewa pêk hat. Erdogan rejîma yek mirovî îlan kir. Kabîneya Erdogan rejîma yek mirovî dixe meriyetê û dike sazî."