Li Tirkiye pergala nû ya Serokomariyê bi fermî ket meriyetê

img
ENQERE - Pergala Serokomariyê ku di heman demê de serokê partiyê ye, piştî dîroka 95 salan a Komarê yekem car bi sondxwarina Serokomar Tayyip Erdogan a li Meclîsê bi awayekî fermî ket meriyetê. 
 
 
Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di bin koma polîsan de ji Qesra xwe ya Beştepe hat meclîsê. Ji bo Erdogan hemû rê bi hinceta ewlehiyê hatin girtin. Ji bo Erdogan helikopterên polîsan jî ketin nava liv û tevgerê û 10 hezar polîs ji bo Erdogan li ser piyan amade bûn. HDP’ê di asta herî kêm de li meclîsê amade bûn. Parlamenterên AKP û MHP’ê Erdogan li ser piyan li çepikan xistin. Parlamenterên HDP, CHP û ÎYÎ partî jî li çepikan nedan û ranebûn ser piyan. 
 
Erdogan piştre sonda ku ji bo Serokomariyê hatibû amadekirin xwend. Erdogan di metnê ku 'Bêalîbûnî" têde cih digirt a “Serokomarê Partîyî" xwend. Piştî Erdogan sond xwar bi awayekî fermî pergala nû ya Serokomariyê ket meriyetê.