HDP dê bi temsîlî beşdarî merasîma Erdogan bibe

img
ENQERE - HDP dê bi temsîlî beşdarî merasîma sondxwarina Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan a Desteya Giştî ya Meclîsê bibe.
 
Berî merasîma sondxwarina Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Teyîp Erdogan a di Destaya Giştî ya Meclîsê de, çav li helwesta partiyên muxalife ku dê helwestek çawan nîşan bidin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi hêjmarek kêm bi awayekê temsîlî beşdarî merasîmê bibe. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê cihê xwe di vê tevlîbûnê de nekirin û li Salona Desteya Giştî jî, dê Erdogan pêşwazî nekin. Di heman demê de piştî sondxwarina Erdogan dê li çepikan nexwin û ne rabin ser piyan. 
 
Li aliyê din Serokwekê Koma  CHP’ê Ozgur Ozel jî, dê di Desteya Giştî de Erdogan li ser piyan pêşwazî neke û bi vî awayî şermezar bike.