Ahmet Turk: Desthilatdarî diçe, li sindoqan xwedî derkevin

img
MÊRDÎN – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxandinên girîng kir û got: “Li gorî baweriya min, ev desthilatdarî li ber çûyînê ye. Wê vê hilbijartinê winda bike. Heke ku gel xwedî li sindoqan derkeve, ez bi bawer im wê deriyê serdemek nû vebe.” 
 
Sibê hilbijartina 24’ê Hezîranê ya serokomariyê û parlamentiriyê tê lidarxistin. Îro roja dawî ya xebetên hilbijartinê ye. Di kampanyaya hilbijartinê de siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî li qadan xebatên hilbijartinê birêve bir û tev li mitîngan bû. Turk têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û nirxandinên girîng kir. 
 
‘DESTHILATDARÎ LI BER ÇÛYÎNÊ YE’ 
 
Ji bo guhertina pergalê refleksên micid hene. Guhertina pergala wek pêlan xuya dike. Di warê çûyîna vê pergalê de ez gelek bi hêvî me. Di mijara parlamento dê êdî cuda be ez gelek bi hêvî me. Ev desthilatdarî li ber çûyînê ye. Ez difikirim ku wê ev desthilatdarî winda bike. Li vî welatî di serê her kesî de pirsek heye. Gelo em ê dikaribin van hîleyan asteng bikin? Wê di hilbijartinê de dek û dolab hebin gelo? Gel bi guman nêz dibe. Gel herî zêde vê yekê dipirse. Hêza Erdogan a niha di bin sedî 50’î de ye. Lê em jî ji bo hÎleyan bi qilqalin. Divê hemû partiyên muxalefetê tedbîrên xurt bigirin. Heke ev tedbîr bên girtin ez wisa bi bawerim ku wê deriyek nû û serdemek nû vebibe. 
 
‘NIHA KU EW BÛNA NAVÊ WAN JÎ NEMABÛ’ 
 
Turk bal kişand ser zehmetiyên di hilbijartinê de derketin pêşiya wan û wiha got: “Em di serdema herî zor de xebatên hilbijartinê birêve dibin. Em bi gelek dijwariyan re hevrû man. Kadro û hevalên me yên herî xurt ku dê di vê hilbijartinê de xebat birêve bibirina di zîndanan de ne. Ji namzetê me serokomariyê birêz Demîrtaş bigire heta wekîl, şaredar, kadro, hevrêyên me û endamên partiya me di zîndanan de ne. Em di şert û mercên wiha de xebatê didin meşandin. Min carna got û ez niha jî dibêjim heke ji partiya desthiladar ewqas kadro di hundir de buna niha navê wê jî nemabû. Wê tar û mar bibûya. Lê belê li gel vê yekê jî bawerî û hesreta me ya azadî, aştî û demokrasiye heye. Li gel van astengî û girtinan jî kadro, namzet, rêveber û hevalên me xebatek bi rûmet û giranbûha birêve dibin. Li hin deveran valahî heye, lê gelê me bi hêza xwe wê valahiyê tije dike. Wê gelê me di vê hilbijartinê de jî vê valahiyê tije bike.” 
 
‘JI BER KU DIHEJE FERMANA ZEXTAN DIDE’ 
 
Turk da zanîn ku Erdogan dixwaze bi du sedeman HDP’ê di bin bendê de bihêle û got: “Sedemek vê yekê ew e ku hebûna gelê kurd naxwaze û li dijî gele kurd dijminiyê daye destpêkirin. A din jî naxwaze gelê kurd li ser axa Rojhilata Navîn bibe xwedî statû û destkeftiyên xwe bi dest bixe. Ji ber vê sedemê bi ser gelê kurd ve tê. Dixwaze gel biçewisîne û ji siyasetê sar bike. A din jî dibine ku HDP benda ji sedî 10 derbas dike û wê li parlamentoyê desthilatdariya wî biheje, dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle. Dizane ku nikare pargala xwe ava bike. Ji ber wê jî bi gef û gur gotinan li dijî Demîrtaş dibêje û êrîşî HDP’ê dike. Êdî bi tu awayî nikarin kurdan bidin bawer kirin. Niha jî plansaziya ku bila nekevin parlamentoyê dikin. Lê li gel hemû astengî û êrîşan jî em ê siyaseta demokratîk ji bo azadkirina gelan birêve bibin. Em ê siyaseta demokratîk a alternatîf li pêş bixin. Em bê alternatîf nîn in.” 
 
‘HEKE PIRSGIRÊKA KURD TUNE BE, DERDÊ KURDA JI BO ÇI YE?’ 
 
Turk daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a “pirsgirêka Kurd nîne” jî nirxand û wiha dewam kir: “Heke ku pirsgirêka Kurd tune be, ev derdê kurdan ji bo çi ye. Heke em her roj di zîndanan de bin û em daxwaziya maf, azadî, edaletê û demokrasiyê bikin pirsgirêka Kurd heye. Ji bo gelê kurd û siyasetmedarê wan di girtîgehê de ne pirsgirêka Kurd tune ye gelo? Her roj kurd bedel didin. Niha derdikeve dibêje ‘Pirsgirêka Kurd nîne’ bi rastî nîne gelo? Hemû rastî û heqîqet li holê ye. Hemû pêvajoyên hatine serê me li holê ye. Niha ku kurd li Efrînê tunebûna wê ev mexduriyet biqewimiya  gelo?  Heke li Başûr ku gel ne kurdbûna wê ewqas li dijî referandûmê bertek nîşan bida? Li her devera cîhanê Kurdan potansiyelek talûke dibinin. Li ser gelê Kurd hemû polîtîkaya tunekirinê didin birêve birin. Hemû mesele ev e.” 
 
‘GELÊ AMEDÊ BÊDENGÎ ŞIKAND’ 
 
Turk destnîşan kir ku dem bi dem zext û zordarî li ser gel bi bandor dibe û wiha domand: “Lê demek şûn ve li gel van zextan jî gel wê radike û helwesta xwe nîşan dide. Amedê li dijî van zextan helwesta xwe nîşan da. Gel da nîşandan ku li dijî zextan serî natewîne. Beriya hilbijartinê kurd û dostên xwe li her deverê bêdengiyê şikandin. Li Amed û bajarên din gel ji wan re got: ‘We got hûn tune ne, lê em li vir in. We me eciqand jî lê em dîsa li meydanan e.’ Gel vê peyamê da. Peyamên li Amedê hatin dayîn dîrokî û girîng in. Gel tevî hemû zext, zordarî, tunekirin, girtin, tirsandinê li qada daxwazên xwe anî ziman. Ev zext jî serdem bi serdem in. Wê gel di sindoqan de jî xwedî li vîna xwe derkeve û wê xwe li dijî neheqiyan nîşan bide. Nikarin gel ji baweriya wan têkoşîna azadiyê dûr bixin. Gel bi tu awayî dev ji raman û baweriya xwe bernedaye. Wek her demê gel ji bo azadiya xwe li ser piya ye. Gel êdî li lîsteyan nanêre û xwedî li rûmet, azadî û vîna xwe derdikeve.” 
 
‘BI TARZEK MAFYAGERÎ ÊRÎŞÎ MALBATÊ KIRIN’ 
 
Turk bal kişand ser bûyera li Pirsûsê û wiha got: “Bûyer bi tarzek mafyagerî pêk anîne. Wê malbatê her kes nas dike. Bi zordariyê diçin deng ji gel dixwazin. Mirov vê yekê qebûl nakin. Destê vê malbata namzetê AKP’î di her tiştê nebaş de heye. Di bin ewlehiya desthilatdariyê de êrîşî gel dikin. Bi helwestek bêperwa êrîş kirin. Di kêliya ewil de hêj tu tiştek ne diyar e, bûyerê xistin stûyê “PKK-HDP.” Daxuyaniya dethilatdariyê daxuyaniyek mirova matmayî dihêle. Bi hovîtî bavê wan û zarokên wî qetil kirin. Kes nikare vê bûyerê li tu deverê biparêz e. Li ser sûc hatin zeftkirin. Heyetên serbixwe ango ji nûnerên saziyên civakî yên sivîl pêk tên kerem bikin bişînin, bila bûyerê lêkolîn bikin. Lê dixwazin sûcê xwe veşêrin. Lê ev sûc nayê veşartin. Sûcek nayê jibîrkirin.” 
 
‘HEKE MUHTACÎ ÇÎLER BÛBE, REWŞA WÎ YA XERAB NÎŞAN DIDE' 
 
Turk di dewama axaftina xwe de bal kişand ser çûyîna serokwezîra berê Tansu Çîler a mitînga AKP’ê û wiha got: “Tansu Çîler û Mehmet Agar navên ku ji aliyê me ve tên nasîn. Mîmarên bûyerên kiryar ne diyar in. Fermana kuştina gelek mirovan dan. Wî bixwe jî berpirsê van kiryarên ne diyar rexne dikir. Heke ku niha muhtacî van bibûye, tu tiştek ku bê gotin nîne. Heke ku muhtacî kuştinên ne diyar pêk anîn bibûbe, dide nîşandan ku ew di çi rewşê de ye.” 
 
‘JI BO DENGAN ZÊDE BIKE OPERASYONA QENDÎLÊ TÎNE ROJEVÊ’ 
 
Turk operasyon muhtemele a li dijî Qendîlê jî nirxand û ev tişt got: “Ji bo ku du sê puanan bi dest bixe, sînyala operasyonan dide. Ji bo hilbijartinê winda neke, operasyona li dijî Qendîlê tîne rojevê. Dixwaze bi van gotinan aliyên faşist û nijadperest bikişîne aliyê xwe. Divê mirov operasyona Qendîlê ji bo hilbijartinê fêm bike.” 
 
‘WÊ ENCAMEK KU PERGALÊ BIGUHERÎNE DERKEVE HOLÊ’ 
 
Turk texmîna bi serketina HDP’ê ya hilbijartinê jî vegot û wiha dewam kir: “Heke dek û dolab ên astengkirin, ez difikirim ku wê HDP ji sedî di navbera 10-14’an encamek bi dest bixe. Ji bo hilbijartinê rojek jî gelek girîng e. Ji bo ku hilbijartinê biqelibîne aliye xwe dibe ku serî li her rêbazên provokasyonan jî bidin. Divê ku her kes li dijî hemû provokasyonan hişyar be. Ez bi hêvîdarim ku wê encamek vê pergalê biguherîne derkeve holê.” 
 
Turk diyar kir ku heke HDP’ê di bin bendê de bihêlin dê faturaya vê yekê bi siyasetmedaran bidin razandin. 
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA SINDOQAN KIR
 
Turk di dawiya axaftina xwe de banga hişyariya dengan û sindoqan li gel kir û got: “Tenê parastina dengan têr nake, divê em xwedî li sindoqan derkevin. Divê tu kes rê nede dek û dolaban. Lazim e ji bo sindoqan her kes bi hestiyar tebigere. Pêwîste xebatkar û muşahît ji ser sindoqan bigire heta xelasbûna jimartina dengan encaman bişopîne.” 
 
MA / Bîlal Guldem - Ozgur Paksoy