Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an

img
COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û gel ziyaret kir. Buldan bal kişand ser lîstikên dawî û wiha got: "Duh JÎTEM'ê Pirtûkxaneya Umut bombe kirin û provokasyon pêş xistin. Heman lîstik îro li Pirsûsê jî hat lîstin. Lîstik li her derê Kurdistanê tê lîstin. Em bi hevre destûr nedin van listikan û destûr netin ku Welatê me vegere salên 90'an. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û gel ziyaret kir. Buldan, ewil hat navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û li ber Kaniya Kaymakamiyê ya 5  kîlometre ya dûrî navçeyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Parlamenterê Colemêrgê yê berê Hamît Geylani, Nûnerên KCD'ê, endam û rêveberên HDP û DBP’ê jî di navde girseyek mezin Buldan pêşwazî kir. Karwan dema derbasî navçeyê bû ji aliyê welatiyên li dora rê kom bûbûn karwan bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Welatiyên derketin ser banî û eywana îşaretên serkeftinê bilind kirin û slav dan karwana HDP'ê. Dema Buldan hat navenda navçeyê coşa gel zêde bûn. Buldan  piştî ji maşînê daket ligel girsê meşiyan û hatin Kolana Cumhuriyetê. Hevdîtina Buldan a li pêş Buroya hilbijartinê vegeriya mîtîngê. Buldan, li vir bal kişand ser lîstika li dijî Pirtûkxaneya Umut Kitapevî ya di 9'ê Mijdara 2005'an de û xwest ev bûyer dubare nebin. 
 
Buldan, destnîşan kir ku par bi SÎHA’yan li ser gelê Şemzînanê bombe barandin û ew vê yekê ji bîr nakin. Buldan, da zanîn ku ew dê di 24’ê Hezîranê de bersîva vê yekê bidin û wiha got: "Gelê Şemzînanê pir berdêl dan, gelê Şemzînanê her tim hate înkarkirin. Lê her demê li têkoşîna xwe xwedî derket. Li ber kesî serî netewand. Li Şemzînanê êşkence li şivanên me kirin, xwestin ku serî li gelê Şemzînanê bitewînin lê gelê Şemzînanê serî netewand."
 
Bûldan tevlêbûna Tansû Çîller a li mîtînga AKP’ê jî bi bîr xist û got, "Salên 90’î bi Çîller û Agar re mil bi mil dimeşiyan. Niha jî heman sehne. Lê em ê nehêlin welêt bibin salên 90’î. Bi destûra Xwedê 24’ê Hezîranê em ê bi ser bikevin."
 
ŞEMZÎNAN WÊ LI LEYLA GUVEN XWEDÎ DERKEVE
 
Bûldan slavên parlamenterên rehîn Abdullah Zeydan û Selma Irmak ji gel re şand, her wiha bi bîr xist ku namzeta parlamentera wan a girtî Leyla Guven bi bîr xist û got, "Leyla Guven a ezîz li girtîgehê ye. Lê ez bawer dikim ku gelê Şemzînanê wê li Leyla Guven xwedî derkeve. Colemêrg wê bike 3-0, em ê vîna Colemêrgê nîşanî dost û dijminan bidin. Colemêrg 224’ê Hezîranê wê serkeftineke mezin bi dest ve bîne. Em vê demê ji Şemzînanê rekoreke zêde hêvî dikin." Bûldan, bang kir ku her kes li sendoqan xwedî derkeve û xwest ku kesek sendoqan bernede. Bûldan got, "Ji ber ku ev hemû ji HDP’ê û Selahattîn Demîrtaş ditirsin. Em ji wan re bûne şevreşk, her şev di xewna xwe de Selahattîn Demîrtaş dibini. Ev xewna wan wê pêk were û Demîrtaş wê li pêşberî wan be. Wê hewl bidin ku em bendê derbas nekin lê em ji wêrekiya gelê xwe bawer dikin, û em dizanin ku hûn ê destûrê nedin ku dengekî jî bidizin. 24’ê Hezîranê, li vêmeydanê em ê bi hev re bi lîlandinan govenda azadiyê bigirin."